Li Efrînê welatiyên sivîl dibin qurbaniyên pevçûnên çeteyan

Di encama şer û pevçûnên di navbera du komên çete de yên li Efrînê welatiyekî sivîl şehîd bû û du welatiyên din jî birîndar bûn. Li aliyekî din revandina sivîlan ji aliyê çeteyan ve ber dewam e. Çeteyan li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewa welatiyek revandin û siwareya birayê wî diziyan û ji bo serbest berdin daxwaza 1000 dolaran dikin.

Li Efrînê welatiyên sivîl dibin qurbaniyên pevçûnên çeteyan
16 hezîran, 2018   07:23

BASIL REŞÎD / EFRÎN

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê yê bi navê (Ş. N.) ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku beriya du rojan şer û pevçûn di navbera du komên çete de yên girêdayî artêşa Tirkiyeyê (Hemzat û Şihêtat) de li rawestgeha bajarê Efrînê li ser parvekirina elkolê ku ji dukaneke Efîrnê dizîne, rû dane.

Heman çavkanî destnîşan kir ku welatiyekî sivîl ku di heman deverê re derbas dibû rastî guleya çeteyan hat û di encamê de şehîd bû û du welatiyên din jî birîndar bûne.

Li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewa jî çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê welatiyê bi navê Lezgîn Îbo yê 35 salî ji nava zeviyê wî revandine û siwareya birayê wî jî dizî ne. çavkaniyekî jig und diyar kir ku ku ji bo serbest were berdan çeteyan 1000 dolar xwestine.

(jh)

ANHA