Artêşa Yemenê bi temamî serweriya balefirgeha El-Hedîde dike

Artêşa Yemenê ku alîkariya xwe ji koalîsyona Erebî werdigire, îro ragihand ku serweriya xwe li ser balefirgeha El-Hedîde piştî pevçûnên giran li hemberî Hoziyan bi temamî ferz kir.

Artêşa Yemenê bi temamî serweriya balefirgeha El-Hedîde dike
16 hezîran, 2018   08:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya artêşa Yemenê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wê serweriya xwe li ser balefirgeha El-Hedîde piştî pevçûnên giran bi Hosiyan re bi temamî ferz kiriye û wiha got: "Niha tîmên paqijkirina mayînan li balefiregehê û li derdora wê ku dixebitin û mayînan bêbandor dikin."

Artêşa Yemenê ku alîkariya xwe ji koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê werdigire beriya niha ragihandibû ku balefirgeha El-Hedîde di bin serweriya agirê wê de ye û endamên koma Ensarullah El-Hosî di hundirê balefirgehê de hatine dorpêçkirin.

Artêşa Yemenê û koalîsyona Erebî hewl dide riya di navbera bajarên El-Hedîde û paytextê Senha bi hevûdu ve girê bide û riya alîkariya bi Hosiyan re bibire.

Balefirgeha El-Hedîde ya li başûrê bajêr xwedî girîniyeke mezin e û li ber beravgeha duyemîn mezintirîn bervagehên Yemenê ye û di bin serweriya Hosiyan de bû.

Artêşa Yemenê di 13'ê Hizêranê de dest bi çalakiyeke leşkerî li parêzgeha El-Hedîde kir.

(jh)

ANHA