Konseya Ewlehiyê: Divê bendera El-Hudeyda vekirî bimîne

Konseya Ewlehiyê ya navdewletî duh bang li aliyan kir ku bendera El-Hudeyda tevî êrîşên ku hêzên Yemenê pêk tîne, vekirî bimîne.

Konseya Ewlehiyê: Divê bendera El-Hudeyda vekirî bimîne
15 hezîran, 2018   09:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Bendera El-Hudeyda ku derdora 600 hezar kes lê dijîn, deriyê sereke yê derbaskirina alîkariyan ji Yemenê re ye. Lê Koalîsyona Erebî dixwaze wê benderê bigire ku hêzên hûsiyan moşekan tê re derbas dikin û pê êrîşî Erebistana Siûdî dikin.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî cîvîna ku der barê Yemenê de hate lidarxistin û 2 saetan dewam kir, nûnerên Rûsyayê NY de Vassily Nibenzia ku rêveberiya civîna NY dikir, got ku 15 welatên endam di konseyê de ji rewşa mirovî ya li El-Hudeyda bi fikar in.

Wezîrê Karên Derve yê Yemenê Xalid El-Yemanî jî civîneke çapemeniyê li New Yorkê li dar xist û got ku ew nêzî bendera El-Hudeyda bûne û destnîşan kir ku niyeta wan nîn e ku binesaziya herêmê hilweşînin.

ANHA