Di rojnameyên ereban de îro

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de bal kişand ser rewşa Sûriyê û daxuyaniyên têkildarî başûrê Sûriyê, her wiha hemleya leşkerî ya li bajarê El-Hudeyda yê Yemenê.

Di rojnameyên ereban de îro
15 hezîran, 2018   09:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban îro de bal kişand ser rewşa li Sûriyê û civînên ji bo danîna destûra nû ya Sûriyê ku De Mistura dane destpêkirin. Her wiha rewşa Iraqê û hevdîtinên ji bo avakirina hikumeta nû û rewşa Yemenê wek mijarên sereke di rojevê de cih girt.

Sûriyê

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê rewşa Sûriyê de bal kişand ser hewldanên Staffan de Mistura ên danîna destûra nû ya Sûriyê û wiha got: "De Mistura ragihand ku xebatên herêmî û navdewletî ji bo destûra nû ya Sûriyê hatine danîn."

Rojnameyê di nivîsa xwe de da zanîn ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet ê Sûriyê Steffan de Mistura roja pêncşemê ragihand ku wan dest bi xebatên danîna destûra nû ya Sûriyê kiriye.

Rojnameya El-Heyat jî der barê rewşa li Sûriyê de sernavê "Washington: Em ê tedbîrên pêwîst li ser binpêkirinên hikumeta Sûriyê pêk bînin" avêt. Rojnameyê got ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê şeva pêncşemê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê beranberî binpêkirinên hêzên rejîma Sûriyê yên muhtemel di herêmên kêmkirina şer ên li başûrê rojavayê Sûriyê pêk bînin.

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Sûriyê de bi sernavê "Esad der barê vegerandina başûrê Sûriyê dibêje 'Heke çareseriya siyasî pêk neyê, hêza xwe ya leşkerî li ba dike." derket. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku serokê Sûriyê Beşar Esad da zanîn ku ew ê der barê rewşa başûrê Sûriyê de tedbîrên pêwîst pêk bîne û destnîşan kir ku heke çareseriya siyasî nebe ew ê hêza leşkerî bi kar bîne.

Iraq

Rojnameya El-Quds El-Erebî der barê rewşa Iraqê de sernavê "Iraq: el-Malikî nêzî hevkariya bi El-Sedr û Heşdê dibe" derket. Rojnameyê got ku serokwezîrê Iraqê û rêberê koma El-Nesr Heyder El-Ebadî duh êvarê bang li komên siyasî kir ku hevdîtinekê pêk bîne û li ser bernameya rêveberiya dewletê li hev bikin."

Yemen

Rojnameya El-Şerq El-Ewset jî der barê rewşa Yemenê de sernavê "Koalîsyon hemleya leşkerî û mirovî li bendera El-Hudeyda da destpêkirin" avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku hêzên Yemenê ku piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî digirin, li bendera El-Hudeyda ya li rojavayê Yemenê hemleya mirovî û leşkerî daye destpêkirin.

Misr

Der barê rewşa Misrê de jî rojnameya El-Quds El-Erebî sernavê "Hikumeta nû ya Misrê… Sîsî erka wezîrê parastinê û yê xizmetê xist" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku avakirina hikumeta nû ya Misrê duh pêncşemê gelek tiştên nû bi xwe re anîn û destnîşan kir ku serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî hewl da bi destekî hemû wezaretên rêveberiyê yên xwedî bandor bi dest bixe.

Urdin

Rojnameya El-Heyat jî der barê rewşa Urdinê de sernavê "Hikumeta El-Rezaz 7 jinan digire nava xwe û endezyarên qanûna bacê hate şopandin" avêt.