Li Reqayê bermahiyên şer tên paqijkirin

Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê tevî kêmderfetên xwe xebatên xwe ji bo paqijkirina rê û kolanên bajarê Reqayê ji bermahiyên şer berdewam dike.

Li Reqayê bermahiyên şer tên paqijkirin
Li Reqayê bermahiyên şer tên paqijkirin
Li Reqayê bermahiyên şer tên paqijkirin
Li Reqayê bermahiyên şer tên paqijkirin
Li Reqayê bermahiyên şer tên paqijkirin
15 hezîran, 2018   07:06

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Komîteya Jinûveavakirinê derxistina bermahiyên şer ji bajarê Reqayê berdewam dike. Komîte niha xebatên xwe li kolana El-Qîtar, taxa El-Tewesûhiyê dide meşandin û hewl dide pirên hilweşiyayî ji nû ve ava bike.

Çavdêrê xebatên jinûveavakirinê endezyar Sedam El-Şihab behsa rewşa kar kir û got ku xebatên wan ên derxistina bermahiyên şer ji bajêr berdewam e û wiha pê de çû: "Bermahiyên ji bajêr tên derxistin di avakirina piran de wekî pira El-Sewamêh, pira Reqa El-Semra tên bikaranîn.”

El-Şihab got ku wan 28 kolanên sereke yên bajêr paqij kirine. Her wiha bajar dabeşî 16 beşan hatiye kirin û xebatên li 11 beşan bi dawî bûne.

El-Şihab destnîşan kirk u wan bêtirî 270 hezar metrekabik bermahî ji bajêr derxistine. El-Şihab der barê astengiyên rastî wan tên de axivî û got ku hejmara alavên wan kêm in.

(jh/ew)

ANHA