Cejna Remezanê li herêma Firatê

Bi destpêkirina berbanga rojê re, mizgeftên herêma Firatê banga Cejna Remezanê pêk beriz kirin. Welatiyên herêmê berê xwe dan mizgeftan, nimêja cejnê pêk anîn û paşê berê xwe dan goristanên şehîdan.

Cejna Remezanê li herêma Firatê
Cejna Remezanê li herêma Firatê
15 hezîran, 2018   06:20

KOBANÊ

Welatiyên bajarê Kobanê berê xwe dan Mizgeftên bajar û nimêja Cejnê pêk anîn. Mizgefta Osman Bin Efan û Mezgefta Mezin ên herî qelebalix bûn. bi hezarn welatî di mizgeftan de nimêj kirin.

Piştî welatiyan nimêja cejnê kirin, bi hezaran welatiyan ku fermandar û leşkerî jî di nav de bûn serdana goristana Şehîd Dicle ya Kobaên û Goristana şehîdên Komkujiya 25'ê Hizêranê kirin. Li vir welatiyan cejna malbatên şehîdan pîroz kirin.

Welatiyên kantonê her wiha serdana gorên xizmên xwe jî kirin.

GIRÊ SPÎ

Li kantona Girê Spî jî bi sean welatiyên serdana goristana şehîd Mehmûd El-Tima kirin. Li goristanê welatiyan Qurana Pîroz xwendin û şêranî li hev belav kirin.

Li goristanê Endamê Rêveberiya Xweser a Girê Spî Hemdan El-Ebid axivî. Cejna Remezanê li malbatên şehîdan û hemû gelê Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku li tevahî Sûriyê aramî pêk were.

(dc)

ANHA