Kevneşopên cejnê, kêfxweşiya cejnê ne

Yek ji xweşiktirîn kevneşopiyên cejnê jî xerciya cejnê ye. Cejna zarokan bêyî xerciyê kêmas e. Xercî her çend ji bo zarokan dilxweşiyek be, her wiha ji bo qewînkirina têkiliyên civakî jî kevneşopeke kêrhatî ye.

Kevneşopên cejnê, kêfxweşiya cejnê ne
15 hezîran, 2018   07:16

EBDULREZAQ ZEKERIYA/TEBQA

Xercî ew meblexa pere ye ku ji zarokan re tê dayîn, ji bo kirîna xwarin û lîstokên ku tenê di dema cejnê de hene.

Çîroka xerciyê, piştî bidawîbûna nimêja cejnê dest pê dike. Piştî lixwekiria cilên nû zarok destê dê û bavê xwe maç dikin û xerciya cejnê dibin.

Zarok li hev kom dibin û nexşeya geryanê xêz dikin. Destpêkê diçin mala dapîr û bapîrê xwe, piştre malên xizman.

Di dema niha de ev kevneşopî  bi pêş ket, di civaka şaristaniya Firatê zarok ne tenê malên xizmên xwe ziyaret dikin, lê belê li hemû deriyên taxê, hin caran derveyî wê jî, didin û daxwaza mafê xwe dikin. Ev kevneşopî têkiliya di navbera welatiyan de xurttir dike.

Hêjayî gotinê ye ku ev xercî ne tenê ji zarokan re tê dayîn, hin caran kesên dewlemend bi armanca alîkariya kesên xizan vê xerciyê didin.

(şx/ew)

ANHA