Amarîka rêjîma Sûriyê şiyar kir

Dewletên Yekbûyî yên Amarîka (DYA) rêjîma Sûriyê hişyar kir ku êrîşan li dijî herêmên kêmkirina şer ên li başûr-rojavayê Sûriyê pêk neyîne.

Amarîka rêjîma Sûriyê şiyar kir
15 hezîran, 2018   05:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Derve ya Amarîka şevê din derbarê mijarê daxuyanî da û got ku Amarîka ji raporên derbarê herêma başûr-rojavayê Sûriyê ku di encama itîfaqa di navbera Amarîka, Rûsiya û Urdinê de wekî herêmên kêkirina şer hatiye ragîhandin bi fikar e.

Wezareta karê Derve di daxuyaniya xwe ku şevê din got ku rapor gihiştine wan dibêjin ku rêjîma Sûriyê amadekariya êrîşa li serherêmên "kêmkirina şer" ên li başûr-rojavayê welat dikin.

Herêma Behsa mijarê sala derbasbûyî di hevdîtina di navbera Serokê Amarîka Trump û Serokê Rûsiya Pûtîn ku li Vîtnamê pêk hate de hate ragîhandin.

Wezareta Derve ya Amarîka her wiha da zanîn ku tevgereke leşkerî ya rêjîma Sûriyê li wê herêmê dibe ku aloziyê tundiyê zêde bike û destnîşan kir ku Amarîka dê li dijî êrîşa mutemel bê deng nemîne û dê bersiva guncaw bide binpêkirinên hikûmeta Sûriyê.