Ji bo Yemen û Hûsiyan girîngiya El-Hudeyda çiye

Hêzên Yemenê bi alîkariya Koalîsyona Erebî êrîşên xwe li ser parêzgeha El-Hudeyda zêde kirin. Koma Ensarallah El-Hûsî jî bi dijwarî bersivê didin êrîşên hêzên Yemenê. Li herêmê pevçûnên giran diqewimin

Ji bo Yemen û Hûsiyan girîngiya El-Hudeyda çiye
15 hezîran, 2018   06:11

NAVENDA NÛÇEYAN / MEDYA HENAN

Piştî ku Koalîsyona Erebî bi fermandariya Erebistana Siûdî di adara 2015`an de li gel hêzên Rebe Mensûr Hadî ku wek serokê navdewletî tê naskirin, şer kir û gelek herêm girtin, duh jî berê xwe da bendera El-Hudeyda. Li nêzî bendera bajar di navbera her du aliyan de şer diqewime.

Parêzgeha El-Hudeyda dikeve rojavayê Komara Yemenê û derdora 226 km dûrî paytext Senîayê ye, li bakurê wê parêzgeha Hice, li başûr parêzgeha Teiz, li rojhilatê wê parêzgeha El-Mehwît, Senîa, Zimar û Ib û li rojava jî Derya Sor heye.

Ji aliyê serjimarê ve piştî parêzgeha Teîz li welat duyemîn e. Li gorî hejmara 2004`an hejmara gel serjimara wê 2 milyon û 157 hezar e.

Têketina hûsiyan a El-Hudeyda

Piştî ku aloziya Yemenê sala 2011`an dest pê kir, Elî Abdullah Salih ê 33 salan serokatiya Yemenê kir, sala 2012`an xwe ji serokdewletiya Yemenê da paş û şer li Yemenê dijwar bû. Piştre Abdulla Rebe Mensûr Hadî bû serokê Yemenê. Lê belê koma Ensarallah El-Hûsî ketin Senaî û beşek ji bakurê Yemenê, her wiha êrîşî başûrê Yemenê jî kir. Li başûrê Yemenê hêzên Yemenê hebûn. Koma Ensarallah El-Hûsî piştî mehekê li ser têketina wan a Senaî paytexta Yemenê re derbas bû, 15`ê cotmeha 2014`an jî ketin parêzgeha El-Hudeyda.

Li parêzgeha El-Hudeyda bender heye, ji wir ve derbasî hemû giravên Yemenê dibin û ji wan giravan ên herî girîng giravên Hinêş El-Kubra, Suxra, çiyayê Seqir ê bilindahiya wê 3 hezar û 700 metre ye. Ev bender ê herî dawiyê di destê hûsiyan de ye, hêzên Yemenê bi alîkariya Kaolîsyona Erebî benderên El-Mixa û Mîdî yên stretejîk ji hûsiyan standin.

Bi riya vê benderê alîkarî û derman digihînin şêniyên Yemenê û hûsî jî di vê benderê de alîkariyê ji Îranê werdigirin. Balafirgeha bajar jî yek ji girîngtirîn balafirgeha Yemenê ye. Li wê balafirgehê gelek balafirên leşkerî û sivîl hene, her wiha li El-Hudeyda gelek kampên leşkerî wekî yên hêzên hewayî û deryayî hene.

Girîngiya El-Hudeyda

Heke El-Hudeyda û bendera wê bikeve destê hêzên Koalîsyona Erebî ku Siûdî pêşengiya wan dike, dê parêzgehên dîtir ên bakur û başûrê Yemenê û her wiha Senaî jî bikeve destê wan.

Pisporên yemenî dibêjin eger Koalîsyona Erebî bendera El-Hudeyda bigire dê dawî li gefxwarinên hûsiyan ji Melaha re were, alîkariya Îranê ya bi riya deryayê dê li ser hûsiyan qut bibe û dê hûsî di herêmên hundir û çiyayî de asê bibin.

Analîzvanên leşkerî jî dibêjin eger Koalîsyona Erebî ji başûr ve dest bi şer bike dê ketina wan a bendera El-Hudeyda zehmet be û ji bo ku bikevin El-Hudeyda divê eniyeke şer a nû vekin û ji wê eniyê ber bi Senaiyê ve biçin.

Şerê koalîsyonê berfireh e û metirsî hene

13`ê Hezîranê hêzên Yemenê bi alîkariya Hêzên Koalîsyona Erebî êrîşî El-Hudeyda û benderên wê kirin. Lê belê metirsiyên Neteweyên Yekbûyî û dewletên Ewropayê hene ku di encama êrîşên hêzên Koalîsyona Erebî de gel bi hejmareke mezin were kuştin û niha 600 hezar sivîl li El-Hudeyda û herêmên derdora wê dijîn.

Neteweyên Yekbûyî şiyar kiribû ku eger Koalîsyona Erebî bi berfirehî êrîşî bendera El-Hudeyda bike dê jiyana 250 hezar sivîlan bikeve xetereyê.

Niha li derdora bajarê El-Hudeyda di navbera hêzên Yemenê û hêzên girêdayî Ensarallah El-Hûsî de şer didome.

(np/ew)

ANHA