Şêniyên kantona Hesekê serdana goristanên şehîdan kirin

Bi hezaran welatiyên kantonên Hesekê di yekem roja Cejna Remezanê de serdana goristanên şehîdan kirin. Welatiyan her her wiha serdana gorên xizmên xwe jî kirin.

Şêniyên kantona Hesekê serdana goristanên şehîdan kirin
Şêniyên kantona Hesekê serdana goristanên şehîdan kirin
Şêniyên kantona Hesekê serdana goristanên şehîdan kirin
Şêniyên kantona Hesekê serdana goristanên şehîdan kirin
Şêniyên kantona Hesekê serdana goristanên şehîdan kirin
Şêniyên kantona Hesekê serdana goristanên şehîdan kirin
Şêniyên kantona Hesekê serdana goristanên şehîdan kirin
15 hezîran, 2018   05:20

HESEKÊ

Îro (yemem roja Cejna Remezanê) bi hezaran welatiyên Katnona Hesekê serdana goristanên Şehîdan kirin. Welatiyan her wiha serdana gorên xizmên xwe yên sivîl jî kirin.  Şêniyên bajarê Hesekê îro di saetên berbanga sibê de berê xwe dan goristana şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê. Welatiyan li ser gorên şehîdan şêranî li derdorê belav kirin.

WElatiyan her wiha serdana gorên xizmên xwe yên sivîl jî kirin, li ser goran welatiyan cejna hev pîroz kirin.

Şedadê

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê jî bi heman armancê ji saetên sibê ve berê xwe dan goristana şehîdan a navçeyê. Li vir şervanên QSD'ê merasîm lidar xistin. Li goristanê welatiyan cejna hev pîroz kirin. Welatiyan her wiha serdana gorên xizmên xwe yên sivîl jî kirin.

Dirbêsiyê

Li navçeya Dirbêsiyê jî bi sedan welatiyên Dirbêsiyê û Zurgan serdana goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê kirin. Welatiyan cejn pîroz kirin û şêranî li hev belav kirin. Welatiyan her wiha serdana gorên xizmên xwe yên sivîl jî kirin.

Serkaniyê

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê serdana goristana şehîdan a Serêkaniyê kirin. Welatiyan cejin li dayî û malbatên şehîdan pîroz kirin. Welatiyan şêranî li hev belav kirin.

Til Temir

Bi sedan welatiyên navçeya Til Temir jî bi heman armancê serdana goristana şehîdan kirin. Li vir welatiyan cejina malbatên şehîdan pîroz kirin.

(dc)

ANHA