Şêniyên Efrîn û Şehbayê nimêja Cejnê kirin

Şêniyên herêma Efrînê di yekem roja cejna Remezanê de nimêja Cejnê li Mizgefta Navçeya Fafînê kirin.

Şêniyên Efrîn û Şehbayê nimêja Cejnê kirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê nimêja Cejnê kirin
Şêniyên Efrîn û Şehbayê nimêja Cejnê kirin
15 hezîran, 2018   05:02

ŞEHBA

Piştî ku banga cejna Remezanê ji Mizgeftan hate bihîstin, bi sedan şêniyên Katnonên Şehba û Efrînê nimêja Cejnê li Mizgefta navçeya Fafînê ya Şehbayê kirin. Piştî nimêj hate kirin, Şêx Mihemed Hesen xutbeya Cejna Remezanê da û diyar kir ku cejin cejna hevgirtin û nêzîkbûna di navbera hemû kesan de ye. Hesen, û hemû beşdarên di mizgeftê de dua kirin ku dijminên gelan ku dixwazin tevlîheviyê di herêmê de derbxixin têk biçin.

Piştî xutbe bi dawî bû, welatiyan cejna hev pîroz kirin.

(dc)

ANHA