Şêniyên Reqaya îsal nimêja Cejnê bi azadî pêk anîn

Şêniyên Reqayê piştî ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgakririn, yekem care Cejna Remezanê bi azadî pîroz dikin. Welatiyan ji saetên sibê ve berê xwe dan mizgeftan û nimêja Cejnê pêk anîn.

Şêniyên Reqaya îsal nimêja Cejnê bi azadî pêk anîn
15 hezîran, 2018   05:35

REQA

Şêniyên Reqayê ku çend sal bûn di bin zulma çeteyên DAIŞ'ê de gelek zor û zehmetî jiyan kirin. Şêniyên Reqayê ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin rizgarkirin, îro yekem cejna Remezanê piştî ji DAIŞ xilas bûn, pîroz kirin.

Welatî ji saetên sibê ve berê xwe dan Mizgefta Umer Bin El-As a li taxa Nehda ya li bakur-rojavayê bajar û nimêja cejnê kirin. Şêniyên gundewarên rojhilatê Reqayê jî nimêja cejnê li Mizgefta Mezin a li bajaroka Keramê pêk anîn.

Di mizgeftan de xutbeyên cejnê hatin kirin û dua hatin kirin ku aloziya Sûriyê bi dawî bibe û aramî û ewlekarî li tevahî herêmê pêk were.

Piştî nimêjê welatiyan cejna hev pîroz kirin.

ANHA