Coşa rizgariyê hê di dilê welatiyên Girê Spî de ye

Welatiyên kantona Girê Spî diyar kir ku rizgarkirina bajarê wan ji destên çeteyan beriya 3 salan ji bo wan bû destpêka jiyaneke nû.

Coşa rizgariyê hê di dilê welatiyên Girê Spî de ye
15 hezîran, 2018   04:30

GULÎSTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Bi boneya sêyemîn salvegera bajarê Girê Spî ku di 15'ê hezîrana 2015'an de ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, îsal welatiyên Girê Spî di heman rojê de du cejnan dijîn, cejna Remezanê û cejna rizgariyê.

Di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de rengîniya jiyana welatiyan hatibû talankirin û welatiyan jiyaneke tarî derbas dikir.

Bi hatina cejna Remezanê û sêyemîn salvegera rizgariyê welatiyên kantona Girê Spî ji ajansa me ANHA'yê re hestên xwe vegotin.

Mîxaîl Mihemed sêyemîn salvegera rizgarkirina Girê Spî pîroz kir û got ku çeteyên DAIŞ'ê di serdema dagirkirina xwe ya li herêmê de çek û tundî wek rêbaz ji xwe re hilbijartibûn.

Mihemed di axaftina xwe de wiha got: "Di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de me jiyaneke tarî derbas kir. Rizgarkirina Girê Spî di dilê her welatiyekî de xewneke mezin bû. Piştî ku bajar bi saya fedekariya şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û şervanan hate rizgarkirin, jiyan li herêmê ji nû ve hate vejandin."

Di van 3 salên piştî rizgarkirinê de rewşa bajarê Girê Spî gelekî guherî. Êdî azadî, demokrasî, jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Girê Spî de berbelav e.

Welatiya ji bajarê Girê Spî Sozdar Mehmûd Zexî ku di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de neçarî koçberiyê bûbû, wiha got: "Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajarê Girê Spî dagir kir, ji ber zilm û zordariya çeteyan û bi taybet tundiya li ser jinan, em neçar man ji malên xwe koçber bibin. Piştî ku bajar hate rizgarkirin em tavilê vegeriyan malên xwe û kêfxweşiya me nedihat vegotin."

Sozdar sêyemîn salvegera rizgarkirina herêma Girê Spî ku rastî cejna Remezanê tê li giştî welatiyên Sûriyeyê pîroz kir û ji bo rizgarkirina herêmên din ên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriyê de mane, hêviyên xwe anîn ziman.

Li gorî gelek çavdêr û lêkolînerên leşkerî, rizgarkirina Girê Spî destpêka rizgarkirina gelek herêmên Sûriyeyê bû. Serkeftina li Girê Spî duyemîn serkeftinA piştî serkeftina berxwedana Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bû.

Welatiyê bi navê Xelîl Mîrzo destnîşan kir ku di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ew rastî zilm û zordariyeke giran hatine.

Mîrzo diyar kir ku rizgarkirina bajarê Girê Spî ji destê çeteyên DAIŞ'ê li ba wan xewnek bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Niha hemû pêkhateyên herêmê jiyaneke hevbeş û bi rêbaza biratiya gelan bi saya rêveberiya xweser a herêmê derbas dikin."

ANHA