Dilyar…yek ji şervanên destpêka şoreşê ye

Rêya şoreşê hilbijart, ji Başûrê Kurdistanê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û di oxira parastina welatê xwe de canê xwe feda kir.

Dilyar…yek ji şervanên destpêka şoreşê ye
Dilyar…yek ji şervanên destpêka şoreşê ye
Dilyar…yek ji şervanên destpêka şoreşê ye
Dilyar…yek ji şervanên destpêka şoreşê ye
Dilyar…yek ji şervanên destpêka şoreşê ye
Dilyar…yek ji şervanên destpêka şoreşê ye
Dilyar…yek ji şervanên destpêka şoreşê ye
Dilyar…yek ji şervanên destpêka şoreşê ye
15 hezîran, 2018   04:15

ŞÎNDA EKREM / HESEKÊ

Mihemed Hemo di sala 1999`an de li gundê Xirbe Sir ê girêdayî kantona Heseke ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê xwe dixwîne. Dema malbata wî ji ber rewşa xwe ya aborî derbasî bajarê Hesekê dibe, ew dibistana navîn li Hesekê dixwîne û piştre ji bo ku alîkariya bavê xwe bike, dev ji dibistanê berdide.

Mihemed ku bi navê Ebû Satûr di nava hevalên xwe de tê naskirin, fêrî gelek karan bûye. Berî ku Şoreşa Rojava dest pê bike, Mihemed diçe başûrê Kurdistanê û demeke kin li wê derê dimîne. Piştî Şoreşa Rojava dest pê kir, Mihemed ji Başûr vegeriya Rojava û tev li xebatên şoreşê bû.

Têkoşer Mihemed di nava bîranînên gerîla de mezin bû. Wî her tim bîranînên gerîla dibihîstin û ji zaroktiyê ve hedefa wî ya tevlêbûna şoreşê hebû.

Jiyan diparast

Hevalê Mihemed ê zaroktiyê û yê şoreşê Zagros Hesekê ji bo şehîd Mihemed got ew pir bi jiyanê ve girêdayî bû û parêzvanekî jiyanê bû.

Piştî ku şoreşa Sûriyê dest pê kir, Mihemed leşkeriya rejîmê dike û firsendê dibîne ku ji leşkeriyê bireve. Mihemed ji bo ku nekeve destê rejîmê, malbata wî, wî bi rê dike başûrê Kurdistanê. Ew dema li Başûr dibihîze ku komên çete êrîşî Rojava dikin, ji başûrê Kurdistanê berê xwe dide rojavayê Kurdistanê.

Tev li şoreşê dibe

Têkoşer Mihemed Ebdo sala 2012`an tev li nava refên YPG`ê dibe û navê Dilyar li xwe dike. Bi tevlêbûna xwe re komek ji hevalên xwe jî tev li YPG`ê dike. Piştî ku perwerdeya leşkerî û bîrdozî dibîne derbasî Serêkaniyê dibe. Ew piştre tev li şerê Serêkaniyê, Til Berak, Şedadê, Til Hirmiz, Xişman, Xerîta û şerê li hinek herêmên dîtir jî dibe.

Soz dide ku hevalên xwe rizgar bike

Di şerê Xişman de çeteyên Cebhet El-Nusra şervanên li ser benda kontrolê ya YPG`ê dixin çemberê, şer derdikeve û hinek ji wan şervanan dikevin kemîna çeteyan. Şehîd Dilyar jî soz dide ku hevalên xwe ji kemînê rizgar bike, ew bi alîkariya hinek hevalên xwe yên dîtir plansaziyê datînin û hevalên xwe yên di kemîna çeteyan de rizgar dikin.

Ji bavê xwe xatir dixwaze û şehîd dibe

Şehîd Dilyar piştî demeke dirêj di ser tevlêbûna wî ya YPG`ê re derbas dibe, serdana malbata xwe dike. Ew, dayik, bav û xwişk û birayên xwe piştî demeke dirêj bi hev re xwarinê dixwin. Di xatirxwestine de bav jê re dibêje kurê min xwe biparêze û li xwe miqate be.

Du roj di ser xatirxwestina wî ya ji malbatê re derbas dibin û ew roja 28`ê sibata 2014`an dema ku diçe Hesekê li ser riya Hesekê mayîna çeteyên Cebhet El-Nusra bi wan ve diteqe û şehîd dibe.

(np/ew)

ANHA