ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.06.2018
15 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Bi boneya Cejna Remezanê, şêniyîn Rojava û Bakurê Sûriyê serdana gorên şehîdan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mihemed Hemo di sala 1999`an de li gundê Xirbe Sir ê girêdayî kantona Heseke ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê xwe dixwîne. Dema malbata wî ji ber rewşa xwe ya aborî derbasî bajarê Hesekê dibe, ew dibistana navîn li Hesekê dixwîne û piştre ji bo ku alîkariya bavê xwe bike, dev ji dibistanê berdide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên kantona Girê Spî diyar kir ku rizgarkirina bajarê wan ji destên çeteyan beriya 3 salan ji bo wan bû destpêka jiyaneke nû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Tebqayê diyar kir ku di demeke nêzî de dê beşê emeliyet di nexweşxaneyê de were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di encama bilindbûna buhayên êm û dermanên sewalan de li gundewarên Dêrazorê, xwediyên sewalan neçarî firotina sewalên xwe bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê tevî kêmderfetên xwe xebatên xwe ji bo paqijkirina rê û kolanên bajarê Reqayê ji bermahiyên şer berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê  piştî ku ezmûnên sala perwerdeyê ya 2017-2018 ji bo 64 hezar xwendekarî bi dawî kir amadekariyê vekirian dewreyên perwerdeyê yên pêşxisitina mamosteyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Cejn li gel zarokan wateyeke xwe cuda heye, ji destpêka meha Remezanê re, zarok, roj bi roj, kêlî bi kêlî li hêviya rojan cejnê ne, xweşiya cejê ne bi lixwekirina cil û bergên nû û gera li malan ji bo komkirina şekiran e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kirin ku ew bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer in û ji rêxistinên mafên mirovan  xwestin ku bi erka xwe ji bo serbestberdana Ocalan rabin.

HEVPEYVÎN

- Hevserokê berê yê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid diyar kir ku Girê Spî piştî 3 salan ji rizgarkirinê, rêveberiya xwe ya hevkar di navbera hemû pêkhateyan de ava kiriye û êdî bûye nimûneya tevahiya Sûriyeyê û da zanîn ku projeya neteweya demokratîk û di hevgirtin û pêşxistina civakê de bi roleke mezin rabûye.

CÎHAN

Hêzên Yemenê bi alîkariya Koalîsyona Erebî êrîşên xwe li ser parêzgeha El-Hudeyda zêde kirin. Koma Ensarallah El-Hûsî jî bi dijwarî bersivê didin êrîşên hêzên Yemenê. Li herêmê pevçûnên giran diqewimin.

ANHA