Şêniyên Reqayê hêviya aramiya Sûriyê kirin

Piştî çend salan şadî û kêfxweşî vedigere bajarê Reqayê, hêviya şêniyên Reqayê ew e ku aramî vegere Sûriyê û şêniyên Efrînê vegerin warê xwe yê Tirkiyê dagir kiriye.

Şêniyên Reqayê hêviya aramiya Sûriyê kirin
14 hezîran, 2018   07:26

EHMED EL-ESAF-FIRAS TEYAWÎ/REQA

Bajarê Reqayê piştî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû dagirkirin, ji pîrozbahiya cejnan mehrûm mabû. Piştî ku şervanên QSD`ê Cotmeha 2017`an Reqayê û gundewarên wê rizgar kirin, êdî şêniyên herêmê cejnên xwe pîroz dikin.

Niha ji bazara Reqayê pêdiviyên cejnê têne kirîn û şêniyan diyar kirin ku bihabûna madeyan li gorî salên berê kêm bûye.

Welatiyê bi navê Raşid Mihemed got ku şêniyên Reqayê hemû berê xwe didin bazarê û amadekariyên cejnê dikin. Mihemed di nava gotinên xwe de hêvî kir ku şêniyên Efrînê yên koçber bûne, vegerin warê xwe yê Tirkiyê dagirkirine.

Her wiha Elî Şehade jî got ji bo amadekariya cejnê her tişt li bazara wan tê peyde kirin û hêvî kir aramî li Sûriyê vegere.

Muitez El-Xelîl jî cejna Remezanê li gelê Sûriyê pîroz kir û hêvî kir hemû gelê Sûriyê yên ji ber şer koçber bûne, vegerin warê xwe.

(np)

ANHA