Ji TEV-DEM'ê peyama Cejna Remezanê

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Cejna Remezanê li malbatên şehîdan û tevahî cîhana islamî pîroz kir û got ku ew ê tekoşîna xwe ya ji bo çareseriya demokratîk, rizgarkirina Efrînê û pêkanîna jiyana aramî û birumet bidomîn in.

Ji TEV-DEM'ê peyama Cejna Remezanê
14 hezîran, 2018   07:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê têkildarî Cejna Remezanê daxuyanî da û cejin li hemû alema Islamî û bi taybet malbatên şehîdan pîroz kir. Di daxuyaniyê de rewşa zemet a welatên Efrînê bibîr xist û banga domandina tekoşînê kir.

Daxuyaniya TEV-DEM'ê wihaye:

"Rewşa li Sûriyê hîn zehmetir û kortir dibe. Ev ji ber gelek sedeman pêk hatiye û bi taybet destwerdanên derve ku di çarçoveya berjewendiyên siyasî de pêk tê. Bi serî de jî dewleta Tirk ku heta roja îro li ber pêkanîna ewlekariyê li ser asta herêmê bûye asteng. Meydana Sûriyê bi destê dewleta Tirk bûye meydana pêkanîna pîlan û pirojeyên firehkirinê yên li herêmê. Lewma domandina rewşa Sûiryê bi vî rengî xeteriyek emzin li ser tevahî herêmê derdixe. Ji xwe siyasetên dewelta Tirk ên dijminahiyê li dijî nirx û rêgezên mirovahiyê ye, kiriyarên wan ên tunekirinê li dijî gelê me bi awyakeî vekirî pêk tê. Bi taybet piştî dagirkirina Efrînê de û gefên wan ên li dijî herêmê ku bi dewam têne kirin. Dewleta Tirk li ser esasê 'Mîsaqa Milî' nêzî tevahî herêmê dibe. Di êrîşa xwe ya li Başûrê Kurdistanê jî heman tiştî esas digire û dixwaze herêmê dagir bike. Êrîşên xwe ji bo berjewendiyên hilbijartinan bikar tîn in.

Tevî tevlîheviya mezin ku di aloziya Sûriyê de pêk hatiye, em dibîn in ku li aliyê din kedek mezin ji bo pêkanîna çareseriya Sûriyê tê kirin. Ev li gorî xetên siyasî ya danbûstendina avakar pêk tê. Beriya her tiştî ev xet erkên netewî nîşan dide, lewma divê hemû alî bi cidiyet ji bo xizmeta gelê Sûriyê û avakirina pêşeroja wê têbikoş in. Di vê rêbazê de em domandina xeta xwe ya tekoşînê ya ji bo pêkanîna çareseriya demokratîk a siyasî ku hêviya gelê Sûriyê ya ji bo azadî û demokrasiyê nîşan dide, dikin.

Cejna Remezanê di dema rewşeke zehmet tê jiyan kirin tê. Di vê rewşê de gelê me yê Efrînê di kampên koçberiyê de di rewşeke pir zehmet de jiyan dike. Lewam ev rewş feriz dike ku di cejnê de rewşên şahî pêk neyên.  Wateya Cejna Remezanê a bi nirx û giran buhaye. Em Cejnê li hemû malbatên Şehîdan, qehremnên me yên birîndar, hemû gelan û hemû misilmanên Sûriyê û cîhanê.

Em tekez dikin ku em ê ji bo pêkanîna jiyana herî baş û rewşa ku îro tê jiyankirin aram bikin,  em tekoşîna xwe bi hemû hêza xwe bidomîn in.Em soza xwe dubare dikin ku em ê ji bo xebatên çareseriyê hêza sereke a ji bo pêkanîna aramî û çareseriyê têbikoş in. Em ê ji bi pêkanîna aramiyê û ewlekariyê ku dawî li êş û zehmetiyên gelê me yê Sûriyê bîne. Ji ber civaka navdewletî erka xwe pêk nayîne û di rewşa Efrînê de jî  Civaka Navdewletî bê deng ma. Gelê me yê Efrînê neçar hate hiştin ku warê xwe terik bikin, dûrî gundên xwe û bajarên xwe hatin hiştin, ev hemû ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ber çavên cîhanê pêk hat. Hemû cîhanê dît ku çawa Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gelê me yê Efrîn hedef girtin. Em bi boneya Cejna Remezanê carek din soza xwe dubare dikin ku em ê tekoşîna xwe ya ji çareseriya demokratîk û rizgarkirina Efrînê, her wiha pêkanîna jiyana aram û bi ewle ji gelê xwe re pêkbîn in tekoşînê bidin meşandin.