Desteya Niştimanî ya Erebî: Tirkiyê hewl dide xewnên xwe yên nexweş bi cih bîne

Desteya Niştimanî ya Erebî bi daxyaniyekî diyar kir ku dewleta Tirk bi gefên xwe yên li dijî gelê Kurd dixwaze "Xewnên xwe yên nexweş" bi cih bîne û serdama Osmaniya zindî bike. Desteyê li dijî pîlanên dagirkeriya Tirkiyê piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd anî ziman.

Desteya Niştimanî ya Erebî: Tirkiyê hewl dide xewnên  xwe yên nexweş bi cih bîne
13 hezîran, 2018   15:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Niştimanî ya Erebî derbarê polîtîkeyên dagirkeriyê Tirkiyê yên dijberî Sûriyê û Iraqê û gefxwarinên wê yên li ser Qendîlê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin; "Tirkiyê êrîşên xwe yên bi armanca pêkanîna xewna xwe ya nexweş û zindîkirina serdama mîtîngeriya Osmanaiyan, li dijî gelê herêmê bi taybetê gelê Kurd didomîne.

Di şert û meçên ku herêmê tê re derbas dibe de, dewleta Tirkiyê ji bo pêkanîna armancên xwe di Sûriyê û Iraq de bihaneyên ne di cih de wekî şerê ‘Terorê‘ di avêjin. Mebesta Tirkiyê jî ew e ku herêmên wekî mîrasên Osmaniyan bi nav dikin mîna Nînewa, Şengal, Kerkûk dibînin, tevlî Tirkiyê bikin, ne tenê wisa, lê dixwaze li herêmên din ên derdoraê jî berfireh bibe. Niyeta Erdong û fermandarên partiya wê yên dagirkirina Mûsil, Kerkûk û Helebê jî di gelek caran de derket holê.

Dewleta mîtînger ji nakokiyên navdewletî sûdê werdigire û komkujiyên xwe yên li dijî gelên herêmê bê navber didomîne. Herî dawî herêmên Sûriyê wekî Cerablus, Bab û Efrîn  li pêşberî raya giştî dagir kirin.

Erdogan bi gefên xwe yên li dijî Qendîlê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê hemû hêzên azadîxwaz hedef digire û dixwaze serdema Osmaniyan vejîn bike.

Em wekî Desteya Niştimanî ya Erebî piştgiriy xwe bi gelê Kurd li seranserî Kurdistanê, bi taybet Qendîlê diyar dikin û bang li rêxistinên navdewletî û hêzên cîhanî dikin ku sînorekî ji zêdegaviyên Erdogan û kiriyarên wê yên li dijî gelê Kurd re deynin.

(bb)

ANHA