Buroya Meclîsa Jinên Sûriyê li Minbicê hate vekirin

Meclîsa Jinên Sûriyê bi armanca rêxitinkirina jinên Minbicê û aktîvkirina rola wan di civakê de bi merasîmekê buroya xwe li Minbicê vekir.

Buroya Meclîsa Jinên Sûriyê li Minbicê hate vekirin
Buroya Meclîsa Jinên Sûriyê li Minbicê hate vekirin
Buroya Meclîsa Jinên Sûriyê li Minbicê hate vekirin
Buroya Meclîsa Jinên Sûriyê li Minbicê hate vekirin
13 hezîran, 2018   14:25

MINBIC

Di merasîmê de, şandeyek Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Meclîsa Jinên Sûriyê, jinên navend û saziyên bajarê Minbicê amade bûn.

Di merasîmê de Koordînatora Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat axivî û got ku di Kongreya 1'emîn a Meclîsa Jinên Sûriyê de biryara vekirina şaxên meclîsê li hemî herêmên Sûriyeyê hat girtin û wiha domand:" Bi vekirina Buroya li Minbicê, jin dikare bi azadî, cesaret û bi israr tevlî xebatên hemî rêveberiyan û saziyan bibe".

Her wiha li ser navê Buroya Jin a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham omer diyar kir ku vekirina Buroya Meclîsa Jinên Sûriyeyê li Minbicê gaveke mezin e û got ku divê ev navend bibe cihê  rêxistinkirina jinan da ku rola bi awayekî hîn xurtir bilîzin.

Di merasîmê de, axaftin bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê, Buroya Jinê Meclîsa Jinên Sûriyê (Şaxê Minbicê) û hejmarek ji saziyên sivîl ên bajêr ve hatin kirin. Kesên axivîne vekirina Buroyê pîroz kirin.

(şx)

ANHA