Rejîma Sûriyeyê daxwaza vekirina deriyê sînor dike

Rejîma Sûriyeyê daxwaz ji hikumeta Iraqê kir ku deriyê sînor veke.

Rejîma Sûriyeyê daxwaza vekirina deriyê sînor dike
13 hezîran, 2018   11:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd El-Mûalim nameyek ji wezîrê derve yê Iraqê re şand. Hate diyarkirin ku nameya hatıye şandin dı der barê xurtkirina têkiliyên di navbera her du dewletan de ye.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm El-Ceferî tekez kir ku name ji nûnerê Sûriyeyê yê li Bexdayê Sedam Cedan El-Dendeh wergirt û  El-Ceferî da zanîn ku tişta herî girîng ewe ku di dema niha de ew ji bı hev re alîkar bin ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Tê zanîn ku rejîma Sûriyeyê bi alîkariya Heşdî Şabî bajarê Bûkemal xist bin dagirkeriya xwe, lê çeteyên DAIŞ`ê êrîşên xwe li ser herêma dagirkirî zêde kirin û hetanî niha jî di navbera her du aliyan de şer derdikeve .

(cu)

ANHA