Pilana parastina Gazza beriya destpê bike têk çû

Di van demên dawî de behsa pilana parastina Gazzayê dihat kirin, nemaze piştî daxuyaniyên serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Natanyaho ya di derbarê hewldanên hikûmeta wî de ji bo rêgirtina li pêşiya hilweşîna temam a Gazzayê. Tevî ku hikûmeta Îsraîlê beriya wê civînên meclîsa wezîran  a karûbarên siyasî û ewlehî lidarxistibû da ku hêsankirinan lêkolîn bikin û rê li pêşiya hilweşîna temam a Gazzayê bigirin.

Pilana parastina Gazza beriya destpê bike têk çû
13 hezîran, 2018   10:00

MISTEFA DEHDOH / GAZZA

Axaftinên di derbarê mijara parastina Gazzayê de weke lehiyeke heriyê tê û ti sûdê bi derdorên wê nake. Civînên Îsraîlî û Erebî û Emerîkî ku behsa parastina Gazza ji aloziyan dikin, nemaze li hemberî hilweşîna aborî rû bi rû ye û rêjeya bêkarî û xizantiyê di asta herî jor de ye.

Hikûmeta Îsraîlê bi riya kordîneyê çalakiya aştiyê li Rojhilata Navîn Nikolay Mladenov ji bo parastina rewşa aborî, darayî û jiyanî li herêma Gazzayê pilaneke hêsankirinê pêşniyar kir. Lê hejmareke rayedarên Îsraîlê ev pilan red kirin û di encamê de li cihê jê hatiye derketin hate binaxkirin.

Tevî ku aliyên leşkerî û ewlekarî yên Îsraîlê diyar dikin ku çareserî li Gazzayê ne leşkerî ye û artêş bi erka xwe radibe. Lê biryara siyasî ya ji aliyê hikûmeta Îsraîlê ve bingeh e. Gelo hikûmeta Îsraîlê dixwaze hikûmeta Hemasê hilweşîne û serweriya xwe li ser Gazzayê bike yan hewldanên wê ji bo peydakirina lihevkirinekê li Gazzayê ye.

Pirsgirêka Îsraîlê ew e ku xwe naspêre hebûna siyaseteke zelal li hemberî herêma Gazzayê, lê belê tunebûna siyasî rêbaza siyasî ya tê meşandine. Tevî hemû hişyariyên ewlehî û leşkerî yên Îsraîlê ku ev siyaseta wê di dawiyê de dê şerekî çekdar bi tabûrên Filestînê yên li Gazzayê derbixîne.

Kesên çavdêriya vî dîmenî dikin dibînin ku kordîneyê navnetewî Nikolay Mladenov heta niha ti gav di derbarê pilana parastina Gazzayê de neavêtine. Nemaze ji ber astengiyên Îsraîlê û hebûna Hemasê li Gazzayê û serweriya wê li ser hemû derhatinên herêmê, vê yekê mijar li pêşiya çareseriyeke mirovahî yan aobrî aloztir kir.

Ne pêkan e pêkanîna gavekê bêyî lihevkirina di navbera herdê aliyên Îsraîl, Filestîn û Misirê de pêk were. Ev yek dihêle ku çareseriyeke siyasî bikeve çarçoveya çareseriyeke siyasî ya giştî li gorî biryar û pîvanê navnetewî û Netewên Yekbûyî.

Tişta ku mijarê aloztir dike, asoyeke peydakirina çareseriyeke siyasî li qada Filestînê tune ye û bi taybet axaftinên di derbarê çareseriya du dewletan û bidawîkirina ambargoyê li ser Gazzayê. Mladenov di qada Filestînî û navnetewî de ji bo peydakirina pilansaziyeke avakirina binesaziyê dixebite.

Rayedarên Filestînê eşkere civînên di navbera aliyê Filestînê û Îsraîlê de red kirin, nemaze piştî ku Emerîka sefareta xwe ji Til Evîvê veguhest Qudsê û ji ber vê yekê Filestîniyan banga Mladenov a civînekê bi Îsraîliyan re red kirin.

Di vê çarçoveyê de filestînî rewşê ji nêz ve dişopînin, her çiqas piraniya wan bê hêvî mabin jî.

(jh)

ANHA