′Tirkiye dixwaze herêmê tevlihev bike′

Jinên bajarê Minbicê gefên Tirkiyeyê yên li dijî bajarê wan şermezar kirin. Jinan got ku Tirkiye dixwaze ewlehî û aramiya li herêmê tevlihev bike û dagirkeriya xwe li ser xaka Sûriyeyê berfirehtir bike.

′Tirkiye dixwaze herêmê tevlihev bike′
13 hezîran, 2018   09:51

ESRA REMEZAN / MINBIC

Jinên bajarê Minbicê yê Bakurê Sûriyeyê der barê gefên dewleta tirk a dagirker de ku îddia dike dê derbasî herêmê bibe, ji ANHA`yê re axivîn.

Welatiya bi navê Lemiya Xelo gefên dewleta tirk a dagirker ên li ser Minbicê şermezar kirin û got ku ew lihevkirina di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ya li ser Minbicê şermezar dikin. Lemiya diyar kir ku dê xwe bi xwe herêma xwe bi rê ve bibin û pêwîstiya wan bi tu hêzên ku destwerdana karûbarên wan bike, tune ye.

Lemiya di berdewama axaftina xwe de got ku Tirkiye dixwaze li herêmê tevliheviyan derxe da ku armancên xwe pêk bîne.

Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çawûşoglu bi Wezîrê Karên Dervê yê Amerîkayê Mike Pompeo re di 4`ê Hezîranê de li Washingtonê civiya. Hikumeta Tirkiyeyê diyar kir ku wan têkildarî Minbicê li ser çend xalan li hev kiriye.

Tirkiye hewl dide senaryoya Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablusê li Minbicê dubare bike

Welatiya bi navê Hena Şerîf destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê dixwaze senaryoya Efrîn, Cerablus, Ezaz û Babê yên Bakurê Sûriyeyê li Minbicê dubare bike.

Hena tekez kir ku ew wek jinên Minbicê piştî ku bajarê wan çend salan di nav zilm û zora çeteyên DAIŞ`ê de ma, ew derfet nadin tu kesî ku ewlehî û aramiya bajarê wan xirab bikin. Hena wiha pê de çû: "Gelê Minbicê dizane ku Tirkiye dixwaze li herêmê çi bike. Em tu carî nahêlin ku tu kes armancên xwe li ser xaka me pêk bîne."

Ev çend car e ku Tirkiye bi hinceta ku YPJ/YPG ku metirsiyê li ser Tirkiyeyê çêdikin, gefan li Minbicê dixwe. Her wiha şervan ji destpêka şoreşê ve parastina sînor li hemberî hemû êrîşên li ser Rojava dikin.

Şervanên YPG`ê beriya hefteyekê der barê vekişandina xwe ya ji Minbicê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hate tekezkirin ku wan hemû şervanên xwe beriya 2 salan ji bajar vekişandine. Her wiha YPG`ê diyar kir ku wan şêwirmendên xwe li wê derê hiştine da ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê perwerde bikin.

(bx)

ANHA