Lihevanînên civakî elternatîfa dadgehane

Piştî şoreşa Rojava (19`ê Tîrmehê) gelê Kobanê berê xwe didin dadgehan da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin, ew pirsgirêk jî bi rêbazên civakî têne çareser kirin.

Lihevanînên civakî elternatîfa dadgehane
13 hezîran, 2018   09:18

KOBANÊ / ZANA SEYDÎ

Dozên tolrakirinê yên bi mentiwê eşîretê û pirsgirêkên malbatî yên salên berê li herêmê rûdan bûn sedema bandoreke neyînî li têkiliyên civakî bike.

Hikûmeta Sûriyê jî ji van nakokî û şerên di navbera êl û malbatan de sûd wergirt û hîn zêdetir kûrtir dikir.

Bi destpêka şoreşê re komîteyên lihevanîne hatin birêxistin kirin. Kesên ku ji aliyê civakê ve têne qebûlkirin ciyê xwe di komîteyên lihevanîne de girtin.

Doza 27 salan hat çareserkirin

Doza gundê Xizênê ya dikeve başûrê Kobanê ji aliyê hemû kantona Kobanê ve dihat naskirin. Ew jî yek ji dozên tolrakirine ya herî kevne li Kobanê ye. Sala 1989`an di navbera malbata Mihemed Bilo û Berkel Bilo ku her du pismamin û ji êla Kêtikane şer derket. 27 salan di encama şerê di navbera her du malbatan 8 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn. Rûsipiyên êlên kurdan hewldan ku her du malbatan li hevdû bînin, rejîma Baas a Sûriyê bi zanebûn nedihişt pirsgirêka her du malbatan çareser bibe û nakokiyên wan dijwartir dikirin.

Komîteya Lihevanîne ya kantonê, endamên TEV-DEM`ê û endamên Rêveberiya Xweser berî salekê pirsgirêkên di navbera her du malbatên gundê Xizêne çareser kirin.

Doza kuştine li Qeremox û Elîşar

Li bajarê Helebê berî 12 salan di navbera malbata Xelef Salih ê gundê Qeremox û Mehyedîn Çemo yê gundê Elî Şar ku dikevin rojhilatê Kobanê şer rûda. Komîteya Lihevanîne ya kantona Kobanê bi alîkariya endamên Meclîsa Rûsipiyên Girê Spî berî du salan 6 mehan li ser vê dozê xebitîn û dawiyê her du malbat li hevdû anîn.

Kuştina nobedarê dibistanê

Li dibistana Azad a bajarê Kobanê di navbera welatiyê bi navê Alaidîn Neiman û Mehmûd Mihemed Cûma şer derket. Cûma ji aliyê Neiman ve hat kuştin. Komîteya Lihevanîne jî bi lez ket tevgerê de û destê xwe avête pirsgirêke.

Ji 7 endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM`ê û Rêveberiya Xweser li her du malbatan kombûn û pirsgirêka wan çareser kirin.

Doza kuştina jinekê

Di encama pirsgirêka malbatî de hevjîna şêniyekî gundê Babarûşk ku ji gundê Qomçî bû, hat kuştin. Pirsgirêk di navbera malbatan de 5 mehan berdewam kir.

Komîteya Lihevanîne 3 mehan li ser vê dozê xebitî. Her dawiyê civînek ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê lidar xist. Ji Rêveberiya Xweser û ji êla her du malbatan kes tevlî civînê bûn û pirsgirêk hat çareserkirin.

Dozên tolrakirinê yên li herêma Kobanê bê ku biçin dadgehan ji aliyê Komîteya Lihevanîne ve hatin çareserkirin.

(np)

ANHA