Şêniyên El-Keramê cejnê bi kêfxweşî pêşwazî dikin

Piştî rizgarkirina herêma El-Keramê ya girêdayî Reqayê, şêniyên herêmê bi kêfxweşî cejna Remezanê pêşwazî dikin û hêviya aştî ji hemû herêmên Sûriyê re dixwazin.

Şêniyên El-Keramê cejnê bi kêfxweşî pêşwazî dikin
Şêniyên El-Keramê cejnê bi kêfxweşî pêşwazî dikin
Şêniyên El-Keramê cejnê bi kêfxweşî pêşwazî dikin
13 hezîran, 2018   07:25

FÎRAS TEYAWÎ / REQA

Cejna Remezanê nêz dibe û bazarên herêmê bi hemî pêdiviyên cejnê tijî bûne. Şêniyên El-Keramê bi kêfxweşî û azad dê cejnê pîroz bikin.

Wekî ajansa Nûçegihanê ajansa ANHA'ê em li bazarê geriya û tevgera şênî û froşkeran şopand.

Berberê bi navê Ehmed El-Casim got:" Di dema DAIŞ'ê de min dikana xwe girt, ji ber ku DAIŞ nedihişt kesek bê gel berber û rih û pora xwe qutbike. Lê piştî rizgarkirina herêmê, jiyan vegeriya wek berê û em dikanên xwe bi azadî vedikin".

Abdulrezaq Hesen ew jî xwediyê dikana cilan e diyar kir ku neçar diman ku cilên çeteyên DAIŞ`ê destûr didin bifroşin, li dikanên xwe difrotin û ew niha azad karê xwe berdewam dikin û kîjan reng û modeya cilan dixwazin difroşin.

Di dawiyê de Abdulrezaq diyar kir ku herêma wan bi saya berxwedana YPJ/YPG`ê û hêzên QSD'ê rizgar bû û hêviya rizgarkirina hemî herêmên Sûriyê xwest.

(şx)

ANHA