′Qendîl li hemberî Erdogan û leşkerên wî asê ye′

Yekitiya Lîberal a Kurdistanê êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kirin. Yekitiyê bang li civaka navdewletî kir ku dawiyê li êrîşên dagirkeran bîne. Her wiha yekitiyê êrîşên li ser Qendîlê jî şermezar kirin.

′Qendîl li hemberî Erdogan û leşkerên wî asê ye′
13 hezîran, 2018   07:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Lîberal a Kurdistanê têkildarî êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrîn û Qendîlê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Daxuyanî ji bo raya giştî;

Hemû kiryarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û xewnên wê yên nexweş ji her kesî re diyar bûne. Ji destpêkê ve Dewleta Osmanî gel dixistin bin dagirkeriya xwe. Her tiştê herêmê didizî û ber bi herêma xwe ya bi navê Împaratoriya Osmanî ve dibir ku li hemberî berxwedan û şoreşa gelan bi bin ket.

Heta ku ew dewletên mezin ên mîna Fransa, Îngilistan ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî Rûsya ew parçe kir. Yên ku ji bo avakirina dewleta tirkî a şovenîst li ser berjewendiyên gelê herêmê wekî yewnan û ermen û gelê kurd bi taybet çavên xwe girtin.

Her tim dewleta dagirker komkujî li ser gelê Anatolyayê pêk dianî. Herî dawî jî ji xwe re derfet li ser berjewendiyên herêmî û navdewletî dît û destwerdana Sûriyeyê kir û gelek bajarên wê, herî dawî jî Efrîn dagir kir. Dewleta tirk a dagirker bi hinceta ku şerê terorê dike êrîşên xwe pêk tîne.

Paşê Erdoganê faşîst got ku dê berê xwe bide çiyayaê Qendîlê. Em wek Yekitiya Lîberal a Kurdistanê êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar dikin.

Her wiha em bang li civaka navdewletî û NY`yê dikin ku bi rêya Konseya Ewlehiyê zextê li Tirkiyeyê bikin da ku hêzên xwe yên ku gelê Efrînê dikuje, neçarî koçberiyê dike û mal û milkên wan talan dike, vekişîne.

Her wiha em bang dikin ku êrîşên li ser başûrê Kurdistanê û avakirina baregehên leşkerî beranberî çiyayên Qedîlê rawestîne.

Em li gorî wê hêviyê ne ku dê lehengên çiya gerîla û fermandarên şoreşê li hemberî hemleya dagirkeran bi ser bikevin. Çiyayê Qendîlê li hemberî dîktatorê serdemê Erdogan û leşkerên wî asê ye. Em bang li hikumeta Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî êrîşên dagirkeran parastina gel û axa xwe bikin."

(bx)

ANHA