Welatiyek ji Rojava ji aliyê Pêşmerge ve hate birîndarkirin

Ciwanekî Kurd ji Rojava, duh bi şev ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hate gulebarankirin.

Welatiyek ji Rojava ji aliyê Pêşmerge ve hate birîndarkirin
12 hezîran, 2018   14:27

QAMIŞLO

Ciwanê Kurd ê bi navê Ednan Mustefa Necim ji gundê Bana Şikeftê yê herêma Koçberat e, duh bi şev bi komek şêniyên gund sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kirin, da ku li wir berhemên herêmî bifroşin, piştî ku sînor derbas kirin li gundê Sihliyê yê Başûrê Kurdistanên ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin gulebarankirin. Di encamê de Ednan Mustefa di pişta xwe de birîndar dib. Endnan Mustefa rakirina nexweşxaneyên bajarê Zaxo.

Li gorî agahiyên ji gundê Baba Şikefê dane; rewşa Ednan pir xirab bû û gelek xwîn winda kir, piştî emeliyet jê re çêkirin rewşa wî hinek baş bû.

Gelek caran hêzên Pêşmerge gule li sivîlên ku li ser sînor kirîn û firotinê dikin direşînin. Beriya demekê jî gula li Zeydan Sedîq Xencer û Yûsif Selîm Mehmûd ên ji heman gundî reşadin û ew birîndar kirin.

(bb)

ANHA