Serlêdana parêzeran a hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana 763’an jî hate redkirin.

Serlêdana parêzeran a hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
12 hezîran, 2018   14:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Fûat Coşacak û Serbay Koklu ji bo hevdîtina bi muwekilê xwe re cara 763’an serî li Serdgozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran hate redkirin.

Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an cara 763’an bi hinceta ‘muxalefeta hewayê’ , ‘koster xerabe ye’ û ‘Rewşa Awarte’ tê astengkirin.