Şaredariya Qamişlo paqijkirina bajar didomîne

Şaredariya Gel a Şerqî ya bajarê Qamişlo hemleya paqijkirina bajêr didomîne.

Şaredariya Qamişlo paqijkirina bajar didomîne
12 hezîran, 2018   14:55

QAMIŞLO

Hemleya paqijkirina bajar ji qirêj û tozê ku ji aliyê Şaredariya Şerqî ya bajarê Qamişlo ve hatiye destpêkirin didome. Xebatkarên şaredariyê îro gihan kolana Hîzam a li taxa Tey ya bajarê Qamişlo û ew der hemû hate paqijkirin.

Rêveberê Şardariya Gel Emîn Cedû diyar kir ku armanca hemleyê bedewbûna bajar û parastina welatiyan e û got ku hemleya wan berdewam e ta hemû tax û kolan werin paqijkirin.

Emîn Cedû bang li welatiyan kir ku parastina paqijiya bajar bikin.

(bb)

ANHA