Şêniyên Til Hemîs amadekariyên cejnê dikin

Şêniyên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo amadekariyên Cejna Remezanê dikin.

Şêniyên Til Hemîs amadekariyên cejnê dikin
12 hezîran, 2018   13:37

QAMIŞLO

Bi rasthatina Cejna Remezanê re sûk bi pêdiviyên cejnê tijî bûye. Şênî bi kêfxweşî xwe ji bo cejnê re amade dikin.

Wekî kamîreya ANHA‘ê em di nava sûkê navçeya Til Hemîsê de geriya û tevgera şêniyan kişand.

Macid El-Naîm ji me re diyar kir ku şêniyên navçeyê zêde amadekariyên cejnê dikin. El-Naîm hêviya aştî ji hemû herêman re di vê cejnê de xwest.

Welatiyê bi navê Seyah El-Xelef destnîşan kir ku piştî herêm hate rizgarkirin şênî bi kêfxwî û azadî cejnê pîroz dikin.

(bx)

ANHA