Reqa xwe ji cejna Remezanê re amade dike

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê di çarçoveya pêşwazîkirina cejana Remezanê dest bi hemleya paqijkirina riyên bajêr kir.

Reqa xwe ji cejna Remezanê re amade dike
Reqa xwe ji cejna Remezanê re amade dike
Reqa xwe ji cejna Remezanê re amade dike
12 hezîran, 2018   12:49

REQA

Şaredariya Gel di çarçoveya xebatên xwe yên pêşwazîkirina Cejna Remezanê dest bi paqijkirina kolanên bajar kir. Di çarçoveya hemeleyê de çop tê rakirin û li cihên teybet tê avêtin.

Alavên Şaredariyê demil dest dest bi tevgerê kirin û taxên bajar paqij dikin. Xebatên paqijiyê ji kolana Saca ya li taxa Rimêla hate destpêkirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed El-Îbrahîm got ku xirabûn zêdeye lewma alavên şaredariyê dest bi xebatên paqijiyê kirin û da zanîn ku ew ê hemû kolanên bajar paqij bikin.

(cu)

ANHA