Cenazeyê Endamê Asayîşê li Eyn Îsa hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî cenazeyê Endamê Asayîşê Îsmaîl Selama li goristana Şehîd Mehmûd Tamê spartin axê.

Cenazeyê Endamê Asayîşê li Eyn Îsa hate oxirkirin
Cenazeyê Endamê Asayîşê li Eyn Îsa hate oxirkirin
Cenazeyê Endamê Asayîşê li Eyn Îsa hate oxirkirin
Cenazeyê Endamê Asayîşê li Eyn Îsa hate oxirkirin
Cenazeyê Endamê Asayîşê li Eyn Îsa hate oxirkirin
12 hezîran, 2018   12:56

GIRÊ SPÎ

Endamê Hêzên Asayîşê Îsmaîl Selema dema erka xwe ya leşkerî li navçeya Eyn Îsa pêk tanî şehîd bû. Hevserokê Rêveberiya Xweser a Minbicê Hemdan El-Ebid, rêveber û endamên saziyên sivîl û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk her wiha şervanê YPJ/YPG`ê û Hêzên Asayîşê beşdarî merasîmê bûn. 

Cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Leşkerî ya bajarê Girê Spî hate wergitin û bi karwenekî ber bi goristana Şehîd Mehmûd Tamê ve ketin rê. Di merasîmê de ala Saziya Malbatên Şehîdan, QSD`ê û Tevgera Civaka Demokrtîk (TEV-DEM) hate hildan.

Merasîm bi rêzgiritn hate destpêkirin her wiha şevanên Erka Xweparastin toreneke leşkerî lidar xistin.

Paşê ji aliyê Hemdan El-Ebid, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hesen Îbrahîm û Endama Kongreya Star  Dîlan Hesen axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate diyar kirin ku şehîd ji bo azadî û ewlehiya gelê herêmê canê xwe feda dikin û li hember hemû êrîşên derve parastina aramiya herêmê dikin.

Her wiha soza şopandina riya şehîdan heta dawiyê hate dayîn.

Paşê wesîqeta  şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava tilîlî û dirûşemyan de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA