Hêzên Yemenê alîkariyên leşkerî ber bi Hedîda ve dişînin

Hêzên Yemenê yên ku alîkariya xwe ji Koalsiyona Erebî bi sêrkêşiya Erebistana Siûdî digrin alîkariyên leşkerî ber bi bajarê El-Hedîda yê di bin serweriya gurûpa Ensar Ellah El-Hûsî de ye şandin.

Hêzên Yemenê alîkariyên leşkerî ber bi Hedîda ve dişînin
12 hezîran, 2018   10:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Roja înê û şemiyê li derdora bajarê El-Hedîda yê Yemenê di navbera Hêzên Yemenê yên ku destkedayîna xwe ji Koalisyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî digrin û gurûpa Ensar Ellah El-Hûsî piştî şerê giran derket. Li gorî ku çavkaniyên leşkerî (E. F. B) diyar kirin ku piştî şer û pevçûn roja duşemê sekenî Hêzên Yemenê alîkariyên leşkerî ber bi xeta sereke ya şer ve ya ku dikeve başûrê bajarê El-Hedîda de birin

Her wiha li gorî rojnameyên Îmaratî (The National) got ku ev demjimêr destpê kir da ku êrîşê li ser El-Hedîda pêk werin. Her wiha gotin ku êrîş nêz bûye.

Hêzên ku tevlî êrîşên li ser El-Hedîda dibin sê hêzên ku Îmarat ew kom kirine û ji Togayên El-Emalîqa yên ku bi hezaran şervanên ji başûr di nav de hene, El-Muqawema El-Tûhamiyê ya ku ji leşkerên ku ji şêniyên El-Hedîda ne û alîgirê Serokê Ebid Rebe Mensûr El-Hadî ne, pêk tê.

Hêza sêyemîn "El-Mûqawema El-Weteniya" bi serêkêşiya Mihemed Abdullah Salih kurê Serokê Berê Elî Abdullah Salih ê ku li ser destê hosiyan hate kuştin e. Tariq Salih tu girîngiyê nade serokatiya El-Hadî.

Di bajarê El-Hedîda de rawestgeha deriyayî ya ku di riya wê re alîkarî ji herêmên di bin serweriya Hosiyan de tê şandin. Lê Koalisyona Erebî wê rawestgehê ji xwe re ……

(bx)