Êla EL-Birêc: Emê dagirkeriya Tirk ji Efrîn û Sûriyê derxînin

Êla EL-Birêc: Emê dagirkeriya Tirk ji Efrîn û Sûriyê derxînin
Êla EL-Birêc: Emê dagirkeriya Tirk ji Efrîn û Sûriyê derxînin
Êla EL-Birêc: Emê dagirkeriya Tirk ji Efrîn û Sûriyê derxînin
Êla EL-Birêc: Emê dagirkeriya Tirk ji Efrîn û Sûriyê derxînin
12 hezîran, 2018   10:42

REQA

Şêx û rûspiyên Êla EL-birênc dan zanîn ku ew nahêl ti aliyên derve di kar û xebatên wan wan de bixebitin û diyar kirin ku ew piştgirtiya QSD`ê dikin da ku dagirkeriya Tirkiyê ji Efrîn û tevahiya xaka Sûriyê derkevin.

Şêx û rûspiyên Êla EL-Birêc bi Meclîsa Leşkerî ya QSD'ê re civiya. Civîn li herêma Reqa bi armanca xurtkirina têkiliyên di navbera herdû aliyan de pêk hat.

Di civînê de gelek nûnerên Êla EL-Birêc, Êla Elneyîm Ehmed û bîroya têkiliyên QSD`ê li herêma Reqa amade bûn. civîn bi rêzgiritinê destpê kir paşê li ser nave Êla Elneyîm Şêx Hemed Elşihadê axivî û got  ku cejna Remezanê li hemû şêniyên Reqayê û tevahî gelê herêmê pîroz dikin û wiha dom kir: "Divê em gelê Sûriyê bibin yek. Da ku em karibin li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin. Pêwîste em hemû aliyên dixwazin dijberiyê di navbvera gelê me de derbixin derkevin û em tekoşîna xwe bidomîn in."

Şihadê di dawiya axaftina xwe de da diyar kir ku ewê rê nedin dewleta Tirk ku dagirkeriya xaka Sûriyê bidomîn in û da zanîn ku ewê dagirkeran derbixin.

Di berdewama civînêp de Endamê Fermandariya QSD`ê Çiya Qamişlo axivî  û rewşa dawî ya li herêmê nirxand û destnîşan kir ku ew ê bi tekoşîna xwe hemû gelê herêmê biparêzin û aramiyê li herêmê pêk bîn in.

Di civînê de hate gotin ku dê gelê herêmê rê nede ku dewleta Tirk a dagirker di Efrînê û Sûriyê de bimîne.

(cu)

ANHA