Şandeya Rojava serdana nûnertiya HDP‘ê ya li Başûrê Kurdistanê kir

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana avahiya HDP‘ê ya li bajarê Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeya Rojava serdana nûnertiya HDP‘ê ya li Başûrê Kurdistanê kir
11 hezîran, 2018   17:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê hevdîtinên xwe yên aliyên siyasî û yên civakê yên li Başûrê Kurdistanê didomîne.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan û Endamê Komîteya Doplomasî ya TEV-DEM‘ê Kamîran Mihdî serdana avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li bajarê Hewlêr kir.

Her du behsa geşedanên dawî yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê, û bi taybet dagirkeriya Tirkiyê ya ji bo Efrînê û zêdegaviyên wê yên di xaka Başûrê Kurdistanê de û hilbijartinên Tirkiyê  nirxandin.

(bb)

ANHA