Xaka Hesekê şehîd Elîşêr hembêz kir

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Selman Mihemd (Elîşêr) ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bubû, li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hate oxirkirin.

Xaka Hesekê şehîd Elîşêr hembêz kir
Xaka Hesekê şehîd Elîşêr hembêz kir
Xaka Hesekê şehîd Elîşêr hembêz kir
Xaka Hesekê şehîd Elîşêr hembêz kir
Xaka Hesekê şehîd Elîşêr hembêz kir
11 hezîran, 2018   17:08

HESEKÊ

Sedan kesî cenazeyê şervanê YPG‘ê Selman Mihemed bi nasnav Elîşêr ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girtin û bi kerwanekî ku ji dehan erebayan pêk dihat ku bi wêneyên şehîd hatibûn xemilandin ber bi goristana şehîd Dijwar ve ketin rê.

Girseya gel bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" beriz dikirn. Li goristanê jî kerwanê oxirkirinê ji aliyê sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Li vir li ser giyanên cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Mihemed Dawê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Dawê di axaftina xwe de banga mezinkirina asta têkoşînê ta pêkanîna armancên şehîdan kir.

Di merasîmê de, ji fermandarên YPG‘ê Birûsk Hesekê axaftin kir û ev tişt anî ziman, "Şehîd bi xwîna xwe ya pîroz riya me ronî kirin. wekî YPG‘ê em soz didin ku em xeta wan berdewam bikin."

Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso jî axivî û got,"Bi saya şehîdan em bi aramî jiyan dikin, bi keda wan em ê bi sekevin. Şehîd sax in tu carî namirin."

Piştî axaftinan wesîqa şehadetê ji aliyê Endama Meclîsa Mablatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseya gel, cenazeyê şehîd Elîşêr di nava dirûşmeyan de spartin axê.

(bb)

ANHA