Şervanên QSD‘ê ber bi gundê Tahûna ve diçin

Pêşveçûnên şervanên Bagera Cizîrê ber bi bajaroka Dişîşayê ve didome,  şervanan 3 km nêzî gundê Tahûnayê ve bûne.

Şervanên QSD‘ê ber bi gundê Tahûna ve diçin
Şervanên QSD‘ê ber bi gundê Tahûna ve diçin
11 hezîran, 2018   19:22

EHMED SEMÎR – XALID EL-CÛMA / HESEKÊ

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê  de, di vê êvarê de 3 km nêzî gundê Tahûna bûne û 7 km nêzî sînorê Iraqê bûne.

Fermandarê QSD‘ê Îbrahîm Girkê Legê ji ANHA‘yê re diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê li hemberî şervanên wan bê hêz man, ji ber vê yekê erebeyên bomebebarî û mayînan bi kar tînin. Îbrahîm Girkê Legê destnîşan kir ku şervanên QSD‘ê li hemberî hewldanên astengkirina pêngavê tektîkên leşkerî taybet dimeşînin.

Şervanê QSD‘ê Andok Çil Axa jî beriya ku ber bi gundê Tahûna ve biçe got, "Em amadekariyan dike da ku bajaroka Dişîşê ji terorîstan rizgar bikin. Niha em ber bi gundê Tahûna ve diçin da ku sivîlên rizgar bikin."

(bb)

ANHA