Li Efrînê binpêkirin didomin

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker revandina sivîlên Efrînê didomîne, hate ragihandin ku çeteyan li navçeya Mabatayê bi dehan sivîl revandin û li gelek deverên kantonê çete pev dikevin.

Li Efrînê binpêkirin didomin
Li Efrînê binpêkirin didomin
Li Efrînê binpêkirin didomin
11 hezîran, 2018   14:08

EHMED REŞÎD / EFRÎN

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên li dijî sivîlên Efrînê didomînin.

Çavkaniyekî ji gundê Meydana yê girêdayî herêma Racoyê ji bo ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê duh yekşemê li gundê Sêmala yê ku 40 km dikeve bakurê Efrînê bi bihaneya ku zarên wan di nava YPG û YPJ‘ê de ne malên gundiyan bi beldozeran xirab kirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyan li gundên Meydana jî bi heman hincetan darên zeytûnan û rezan birîn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekê ji navçeya Mabata dane, rojane çete hetanî saetên derengî şevê pev dikevin. Çavkaniyê destnîşan kir ku di du rojên derbasbûyî de li başûrê navçeyê çete li ser milkên welaityan şer kir û çekên sivik û navîn jî bi kar anîn, ji ber şer welatiya bi navê Emîna Mustefa Şabo birîndar bû.

Her wiha çavkaniyê, diyar kir ku çeteyan li navçaya Mabatayê girtin ser malan û hejmarek ciwan girtin û destnîşan kir ku  girtî li girtîngahan rastî êşkenceyan tên.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan hatine girtin, çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê pêş du rojan kesên bi navê Hisên Çîçek ku bi navê Qere Benca û bi eslê xwe Tirk li taxa Eşrefiyê ya Efrînê girtin û ew birin bajrê Dîlokê.

(bb)

ANHA