Cenazeyê Şehîd Ebû Ereb hate oxirkirin

Bi dehan şêniyên herêma Tebqa, Cirniyê û Caber cenazeyê Endamê Tîmên Rakirina Mayînan a girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundrîn a Tebqayê Xalid El-Hemûd (Ebû Ereb) ê ku dema erka xwe ya leşkerî pêk tanî şehîd bû, oxir kirin.

Cenazeyê Şehîd Ebû Ereb hate oxirkirin
Cenazeyê Şehîd Ebû Ereb hate oxirkirin
Cenazeyê Şehîd Ebû Ereb hate oxirkirin
Cenazeyê Şehîd Ebû Ereb hate oxirkirin
11 hezîran, 2018   13:22

TEBQA

Şêniyan cenazeyê şehîd Xalid ji nexweşxaneya  Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristanê ve ketin rê. Bi dehan şêniyên bajar, endamên saziyên sivîl û civakî, Hêzên Ewlehiya Hundrîn, şervanên QSD`ê tevlî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgiritn hate destpêkirin her wiha Hêzên Ewlehiya Hundarîn toreneke leşkerî lidar xistin.

Paşê Hevseroka komîteya Hundrîn a Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a Tebqayê Kefa Sencar axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Sencar di axaftina xwe de got îradeya wan tu carî naşkê û ev tişt anî ziman,"Erdoganê faşîst gelê Efrînê kuşt, neçar kir ku dev ji warê xwe berdin. Ev yek jî îradeya me xurtir dike da ku em hemû axa ji çeteyan rizgar bikin."

Ji aliyê xwe ve yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Abdulkerîm El-Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest soz da ku ew ê heta dawiyê li ser riya şehîdên xwe bimşin û riya tekoşîn û berxwedanê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bidomînin.

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Meclîsa Rêveber a herêma Tebqayê Hind El-Elî got ku şêniyên Efrînê tu carî derfet nadin aratêşa Tirk a dagirker ku bi Efrînê şa bibin û ev tişt bilêv kir,"Wek ku çawa gelê Kobanê, Reqa li warên xwe vegeriyan wê şêniyên Efrînê jî li warê xwe vegerin."

Her wiha yek ji rêveberên Saziya Karûbarên Olî Ednan Elêwî destnîşan kir ku şehîd çirûska riya azadiyê ronî dikin.

Paşê wesîqeya şehadetê ji aliyê yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Emîra El-Hesen ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava tilîlî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate definkirin.

(bx)

ANHA