Di lîstika şatrancê de tîma Selam bi ser ket

Di lîstîkên kişikê de "Şatranc" de tîma Selam bi serket.

Di lîstika şatrancê de tîma Selam bi ser ket
11 hezîran, 2018   14:33

GIRÊ SPÎ

Rêxistina Pel a çalakiyên sivîl bi hevkariya Rêveberiya Kampa Eyn Îsa, ji bo ciwanên kampê ji beriya 7 rojan ve lîstika kişikê bi navê  "Meheba ûTeaxî" organîze kir.

Lîstik li gorî du tîman "Selam û Şebab" hate birêxistinkirin. Di her tîmekê de 16 lîstikvan hebûn.

Piştî hefteyekê ku di navbera lîstikvanên herdu tîman de pişbirk dom kir, îro bi serkftina tîma "Selam" bi dawî bû.

Her wiha lîstikvan Mihemed El-Qehtan asta yekemîn, Umer Hemdan asta duyemîn û Zekeriya Mensî asa sêyemîn girtin.

Rêveberê lîsikê Îyad El-Newaf diyar kir ku çalakiyên lîstik û sporê ji bo şêniyên kampê berdewam bikin.

(bb)

ANHA