Li Kerkûkê êrîş: 2 kuştî û 10 birîndar
Çeteyên DAÎŞ'ê danê sibehê li nêzî gundê Karatepe yê navçeya Yayici ya Kerkûkê êrîş birin ser benda kontrolê ya hêzên Heşdî Eşarî.
NAVENDA NÛÇEYAN
Ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê gelek endamên Heşdî Esarî birîndar bûn. Dema ku sivîlên li herêmê hewl dan birîndaran rakin nexweşxaneyê, teqîneke din bû. Ji ber teqînê 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.
Mirî û birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Kerkûkê.
Wekî din, li navçeya Hey Eskerî ya Kerkûkê, muzîsyenek bi sûîqestekê hate kuştin.
Nehat zanîn bê muzîsyen ji aliyê kê ve hatiye kuştin