‘AKP bi êrîşên li ser kurdan dixwaze pêşî li têkçûyîna xwe bigire’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku gotina "Operasyonên Qendîl û Şengalê" tenê ji bo pêvajoya hilbijartinan e, dixwazin bi vê yekê muxalefetê bixin pey xwe û HDP’ê bi tenê bihêlin.

‘AKP bi êrîşên li ser kurdan dixwaze pêşî li têkçûyîna xwe bigire’
11 hezîran, 2018   06:31

MURADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî hilbijarinên pêşwext ên Tirkiyê yên 24’ê Hezîranê û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Başûrê Kurdistanê de ji ANHA’yê re nirxandin. 

Sezaî Temellî di serî de bal kişand ser rewşa Selahattîn Demîrtaş ku niha di girtîgehê de ye û diyar kir ku tu aliyekî xwe yê hiqûqî û meşrû tune ye ku namzetekî serokkomariyê di girtîgehê de bimîne û wiha pê de çû, “Heger siyasetmedarekî ji ber fikr û ramanên xwe bixin girtîgehê, ev yek nayê qebûlkirin. Di girtîgehê de hiştina Demîrtaş, wesayeta Erdogan a li ser darazê bi awayekî berbiçav eşkere dike. Divê Demîrtaş wekî hemû namzetan bikare kampanyaya xwe ya hilbijartinan bi awayekî serbest û wekhev bide meşandin. Piştî ku Erdogan eleqeaya di van rojên dawî de ji bo Demîrtaş û partiya me dît, wekî 7’ê Hezîranê dest bi êrîşan kir. Biryareke siyasî ye ku Demîrtaş di girtîgehê de dihêlin, tu aliyekî xwe yê hiqûqî tune ye. Lewma divê birêz Demîrtaş demildst serbest were berdan.”

Temellî destnîşan kir ku di xebatên hilbijartinê de ji hêla gel ve bi coş û peroş tên pêşwazîkirin û wiha got, “Carinan dema ku em bes ji bo silavdayînekê dikevin navçeyekê, em dibînin ku bi hezaran kes ji bo pêşwazîkirina me kom bûne. Em dibînin ku muxalefeta civakî ku ji ber şert û mercên rewşa awarte (OHAL) xwe ji qadên gelemperî kişandiye, bi vê pêvajoyê re xwe diavêje qadan û têkiliyeke baş nîşanî xebatên me yên hilbijartinan dide.”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku êdî gel ji îttîfaqa faşîst a AKP-MHP’ê re dibêje bes û gelê Kurd jî êdî polîtîkayên îmha û înkarkirinê qebûl nake. Temellî eşkera kir ku gelên Tirkiyê 24’ê Hezîranê wek roja hesabpirsînê dibînin û lewma jî xebatên wan ên hilbijartinê bi kelecan didomin. Temellî got ku gelên Tirkiyê dê di 24’ê Hezîranê de koalîsyona AKP-MHP’ê di sindoqan de bihêlin.

‘Rejîma yekzilamî sazkirina faşîzmê ye’

Temellî da zanîn ku îhtîmal tune ye ku HDP`ê di bin benda hilbijartinê de bimîne lê belê hikumeta AKP’ê nemaze li bajarên Kurdistanê bi hîleyên yekkirina sindoqan dikare pêşî li îradeya gel bigire û wiha pê de çû, “Biryarên dawîn ên têkildarî hilbijartinan bi temamî ji bo vê yekê ne ku hilbijêrên li bajarên Kurdistanê nikarin dengên xwe bidin. Xeter e ji bo AKP’ê heye ku ji desthilata xwe bibe, lewma jî dê hewl bide bi dizî û her cure zextê hilbijartinan manîpule bike. Ji niha ve hewl didin xebatên me yên hilbijartinan asteng bikin. Heke em destûrê nedin vê yekê û xwedî li sindoqan derkevin, pirsgirêka me ya bendê jî namîne. Heke HDP‘ê di bin benda hilbijartinan de bimîne dê AKP-MHP mift û belaş 80 parlamenteran qezenc bike.  Encameke wiha jî dê bibe sedem ku hikumeta heyî piraniya makeqanûnî di dest xwe de bigire û hebûna xwe bidomîne. Anku dê rejîma yekzilamî qewîntir û faşîzm jî bi sazûmantir bibe. Têkbirina vê lîstikê di destê gel de ye.”

‘HDP ji hêla aborî û sîyasî ve girîng e’

Temellî nirxandinên xwe wiha domandin: “Hemû kesên ku hinekî bi matematîkê dizanin, dibêjin HDP‘ê pir girîng e. A rast jî ev e. Anketên di destê me de nîşan didin ku HDP‘ê hema hema bi ser benda hilbijartinan dikeve. Ciwan, jin, kal û pîr, karker û cotkar, dengên hemû derdorên civakê ji bo me pir girîng in. Ji ber vê yekê jî gotinên wekî “Ji xwe em ji bendê derbas dibin”, “Ma dê dengek çi biguhere?” şaş in. Hemû deng pir bi qîmet in. Çi dibe bila bibe em ê dengên xwe bidin û wek muşahît li ser sindoqan bin da ku em bibînin bê ka dawiya dîktatorekî çawa tê. Her wiha divê em girîngiya dengên li derveyî welat jî bînin ziman. Çawa ku HDP‘ê ji hêla ekonomîk û siyasî ve partiya herî girîng be, dengên li derveyî welat jî ji bo derbasbûna ji bendê pir girîng in.”

Sezaî Temellî diyar kir bi benda hilbijartinan a ji sedî 10 nahêlin Kurd û hêzên demokrasiyê di parlamentoyê de werin temsîlkirin û wiha got: “Bi ser de jî îttîfaqa AKP-MHP’ê bi destê YSK’ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinan) li cihên ku partiya me dengan zêde hildide, sindoqan dibe cihê ku cerdevan û kalekol lê hene. Armanca wan ew e ku nehêlin hilbijêrin HDP’ê biçin ser sindoqan û HDP’ê di binê bendê de bihêlin. Bi vê biryarê bendên din li benda hilbijartinan zêde kirin. Helbet ji bo ku em ji van bendan derbas bibin em ê rastî hin astengiyan bên. Lê em ê dîsa jî xebatên xwe bidomînin. Heke sindoqan bibin deynin navenda AKP’ê  jî em ê biçin dengên xwe bidin. Partî û hilbijêrên me xwedî vê îradeyê ne.”

‘Gel bertekê nîşanî xizaniyê dide’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî îşaret pê kir ku AKP‘ê dê vê carê hilweşe û wiha lê zêde kir: “Tirkiyê anîne asteke wisa ku hemû derdorên civakî li dijî hevkariya nîjadperest a AKP-MHP’ê, hewldanên AKP’ê yên mudaxeleya li şêwaza jiyanê, dijminatiya li hemberî jinan, polîtîkayên ji bo zarokan, bêkariya zêde û xizaniyê bertekan nîşan didin. Bandora rewşa awarte û qeyrana ekonomîk li hemû aliyên civakê dibe û pêleke dijber bi pêş dikeve.”

‘Polîtîkaya derve ya Tirkiyê krîtîk e’

Temellî pirsa ‘Çima li Tirkiyê dema hilbijartinan hildan pêş?’ wiha bersivand: “AKP’ê gelek caran daxuyand ku dê hilbijartin di dema xwe de pêk werin. Heta kesên hilbijartinên pêşwext xwestin wek ‘xayînên welêt’ hatin binavkirin. Lewma AKP’ê peywira aşkerakirina dema hilbijartinên pêşwext da MHP’ê. Her çend xwestin pêşî li muxalefeta nû -wekî Îyi Partiyê- bigirin jî sedema sereke ew e ku êdî nikarin qeyrana aborî bi rê ve bibin. Xwestin Tirkiyeyê ji potansiyela xwe zêdetir û bi enflasyoneke zêde mezin bikin, lê belê li deynên derve aliqîn. Her wiha AKP di polîtîkaya derve de wek alîkarê DAIŞ’ê hate zanîn, Erdogan wek ‘kesê nayê pêşbînîkirin’ hate nasîn û rejîma yekzilamî ya AKP’ê ket nav 5 rejîmîn herî otorîter ên cîhanê. Vê yekê jî kir ku Tirkiye bikeve rewşeke krîtîk.”

Sezaî Temellî derbarê qeyrana aborî ya li Tirkiyê de jî wiha got: “Enflasyona herî bilind a 15 salên dawîn hate daxuyandin. Di cîhanê de welatên herî zêde bêkarî lê heye yek jî Tirkiye ye. Hem sînyalên têkildarî aboriyê hem jî şerê AKP’ê yê Efrînê îşaret bi hilbijartineke pêşwext dikir, lê dîroka wê ne xuya bû. Lewma em vê hilbijartinê li şûna ‘hilbijartina serdest‘ wek ‘hilbijartina bipanîk‘ bi nav dikin. 2 partiyên ku berê ji sedî 60 deng hildidan, îro hemû derfet di dest wan de ye lê dîsa jî dê nekarin ji sedî 40 hildin.”

‘Erdogan dê wek neyarê gelan di dîrokê de cihê xwe bigire’

Temellî destnîşan kir ku AKP’ê ji roja ku plana xwe ya têkbirinê amada kiriye heta niha hebûna xwe li ser dijberiya kurdan ava kiriye û serkeftina HDP’ê ya 7’ê Hezîranê wek tehdît dîtiye, dûre jî li tevahiya Kurdistanê konsepta êrîşan daye destpêkirin. Temellî di vê barê de jî wiha axivî: “Me berê jî gotibû ku îttîfaqa AKP-MHP’ê di aliyê fikrî de çêbûye. Tişta ku pêk hatiye; Erdogan ji MHP’ê jî derbas bûye û ber bi faşîzmê ve çûye. Dê di dîroka komara Tirk de wek kesê herî zêde zirar daye kurdan were naskirin.”

Operasyonên Qendîl û Şengalê

Temellî diyar kir ku gotina Erdogan a mudaxelekirina li Minbic û bakurê Suriyeyê jî ne tenê hesabekî hilbijartinan e, her wiha xwestekeke Erdogan e. Temellî nirxandina xwe wiha pê de bir: “Me halê vê xwestekê yê berbiçav li Efrînê dît. Gotina operasyonên Qendîl û Şengalê ji bo pêvajoya hilbijartinan e. Jixwe ev demek e li hemberî Qendîlê oprerasyon tên kirin. Helbet dixwazin zêdetir ber bi nav başûrê Kurdistanê ve biçin. Li gorî me, ji ber ku îttîfaqa AKP-MHP’ê fehm kir ku dê winda bike lewma jî dest bi galegala operasyonê kir. Ev konsepta êrîşan jî li Amedê da destpêkirin. Dixwazin di ser cenazeyên leşkeran re tevahiya muxalefetê bixin pey xwe û HDP’ê bi tenê bihêlin.”

‘Divê haya me ji lîstikên Erdogan hebe’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Em dixwazin bi rêya we muxalefeta Tirkiyeyê, heta tevahiya welat hişyar bikin; ji ber ku AKP’ê fêm kiriye ku dê winda bike welatiyên vî welatî û leşkerên wê dişîne şer. Erdogan bi awayekî aşkera rojên ku pala xwe bide tabûtan dixwaze. Bi vê yekê ketiye pey provokasyonan. Divê haya tevahiya Tirkiyeyê ji vê yekê hebe.”

ANHA