Di koçberiyê de rewşa herî zehmet a astendaran e

Li kampa Tiwêhîniyê 72 astengdarên ku ji dest,ling, mejî û çavan astendar in jiyan dikin. Di nava wan de hejmarek zarokên ku temenê wan kêmî 14 salan e hene. Rêxistinên navdewletî rewşa koçberên astendar paş guh kirine.

Di koçberiyê de rewşa herî zehmet a astendaran e
Di koçberiyê de rewşa herî zehmet a astendaran e
Di koçberiyê de rewşa herî zehmet a astendaran e
11 hezîran, 2018   06:26

ESMEHEN OMER-MIHEMED EL-EREB /TEBQA

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û şerê derketiye hejmara astendaran zêde dibe. Bi taybet kesên ji ber sedemên xwezayî û ji ber şer û pevçûnan helatên astengbûnê li Sûriyê zêde bûn.

Di Kampa Tiwêhniyê ya ya Tebqayê, 2 hezar û 200 malbat dijîn. Di nava koçberan de 72 astendarên ku piraniya wan zarok in û pêşwîstiya wan bi alîkariyan heye, jiyan dikin. Rêxistinên alîkariyan alîkariyan pêşkêş nakin, welatiyên koçbr jî ji ber xemsariya rêxistinên alîkariyan ên navdewletî, bê hêvî bûne û êdî nema sozên wan bawer dikin.

Jina bi navê Emîne El-Ceble yek ji koçberên kampê ye, ji ber hovîtiya hêzên rêjîmê Sûriyê ji gundê xwe Rehcan yê gundewarên rojhilatê Hemayê koçî herêmên di bin serweriya hêzên QSD'ê kir.

Emîne derbarê rewşa xwe û serpêhatiya xwe ji ajansa me (ANHA) re axivî û got ku beriya ew bi malbata xwe yê ji hevjînê kûr û 4 zarokên  di çavên xwe de astengdar in re koçber bibe, xizimên wê alîkariya malbata wan ku 4 astendar tê de heye, dikirin.

 Emîne da zanîn ku ji ber rewşa şer û zehmetiyên jiyanî wan mala xwe terik kirin û berê xwe dan herêmên di bin parstina QSD'ê de. Emîna destnîşan kir ku li vir wan hêvî dikir ku rêxistinên alîkariyan ên navdewletî alîkariya zarokên wê yên astendar bike û ev tişt anî ziman: "Me hêvî dikir ku alîkariya me bikin, ji ber bi rastî rewşa zarokên min pir giran e. Hebûna astengdarn gelek zehmetiyan bi xwe re tîne."

Emîne wiha çîroka xwe domand û diyar kir ku piştî derketina wan ji gund , rewşa malbata wan pir giran bûye û ev tişt anî ziman: "Li kampê weke her malbatekê pakêtek alîkariyê didin me û rewşa astengiya malbata min li ber çav nayê girtin. Hin caran şêniyên kampê alîkariya madî didin min lê ew jî têra danekî rojê nake. Pêwîstiya me bi dermanan û alîkariyên din jî heye, lê rêxistinên alîkariyan qet alîkariya me nakin."

Emîna di derbarê dermankirina zarokên xwe yên astendar de banga li rêxistinên têkildar û xêrxwazan kir ku alîkariya wê bikin belkî zarokên wê roniyê bibîn in.

Hevjînê Emîne, Mihemed Bexlen jî bang li rêxistinên alîkariyan kir ku alîkariya wan bikin da ku zarokên xwe yên astendar derman bikin.

(şx)

ANHA