Cotkarên Reqa xizmeta zeviyên pembo dikin

Cotkarên Reqa û gundewarê wê di van demên salê de xizmeta zeviyên pembo dikin û ji bo hilberîneke baştir werbigirin, axşûva van zeviyan dikin.

Cotkarên Reqa xizmeta zeviyên pembo dikin
Cotkarên Reqa xizmeta zeviyên pembo dikin
Cotkarên Reqa xizmeta zeviyên pembo dikin
11 hezîran, 2018   06:12

EHMED EL-ESAF / REQA

Piraniya cotkarên Reqa piştî ku hilberîna xwe ya ceh û genim rakirin bi awayekî sereke di nava zeviyên pembo de dixebitin.

Pembo di destpêka meha Nîsanê de li herêmê tê çandin û piştî demekê tê avdan û dema giya di nava zeviyên pembo de derdikeve, cotkar dest bi axşûvkirinê dikin.

Piştî meh û nîvekê ji çandina pembo cotkar xebatên xwe di nava zeviyan de berdewam dikin û tayên pembo fer dikin.

Cotkarê bi navê Yasir El-Qatêh wiha got: "Em niha zeviyên xwe axşûv dikin û piştî demekê em ê zeviyên pembo derman bikin û careke din av bidin." El-Qatêh bang li Komîteya çandiniyê kir ku alîkariya wan bikin da ku hilberîneke baş a pembo werbigirin.

Pêdiviya hilberîna pembo bi avkirineke baş heye da ku hilberîneke baş jê were wergirtin.

ANHA