Gundê El-Hilwa çarçefa reş davêje û alên spî hildide

Şêniyên gundên El-Hilwa bi germahî û sembolên serkeftinê pêşwaziya şervanên Pêngava Bagera Cizîrê kirin û diyar kirin ku ew li benda QSD‘ê bûn.

Gundê El-Hilwa çarçefa reş davêje û alên spî hildide
Gundê El-Hilwa çarçefa reş davêje û alên spî hildide
Gundê El-Hilwa çarçefa reş davêje û alên spî hildide
Gundê El-Hilwa çarçefa reş davêje û alên spî hildide
11 hezîran, 2018   06:08

XALID EL-CUMA – EHMED SEMÎR / HESEKÊ

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya qonaxa temamkirina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ‘ê de gundên Hilwa û Şemas rizgar kirin.

Dema ku me pêngav dişopand em rastî şêniyên gundên Hilwa hatin. Kêfxweşiya bi rizgarkirina gund ji çeteyan li ser rûyê şêniyan diyar bû. Şêniyên gund ji kamîreya me diyar kirin ku xweşiya wan nayê wesifandin û anîn ziman ku beriya şervanên QSD‘ê derbasî gund bibin wan alên spî daleqandine wekî nîşaneyekê piştgiriya QSD‘ê.

Welatiyê bi navê Salim El-Elûş diyar kir ku ji beriya çend salan ve ew di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de zehmetiyan dikişînin û anî ziman ku ew bê sebir li bend QSD‘ê bû, bi rizgarkirina gund ew pir kêfxweş in, alên spî daliqandine da ku ji QSD‘ê re diyar bikin ku ew sivîl in.

Di dawiya axaftina xwe de Salêm El-Elûş wiha got," Ji beriya 3 salan ve DAIŞ gund me dagir kiriye, av li ser me qut kiribûn. Di demên dawî de kîna wan a li hemberî me zêde bû, bê suc û sebeb li me didan. Banga Islalmê dikin, lê nêzîkatiyên wan ji Islamê dûr in. Niha piştî ku QSD‘ê gund rizgar kirin em bi xêr in."

(bb)

ANHA