ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.06.2018
11 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Piştî nakokiyên 15 salan di navbera eşîreya Îskan û Qurêşa de, Komîteya Lihevanînê Kantona Kobanê herdu eşîreyan li hev tîne. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê derbarê binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li dijî sivîlên Efrînê daxuyanî li kampa "Berxwedan" dide. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên gundên El-Hilwa bi germahî û sembolên serkeftinê pêşwaziya şervanên Pêngava Bagera Cizîrê kirin û diyar kirin ku ew li benda QSD‘ê bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku gotina "Operasyonên Qendîl û Şengalê" tenê ji bo pêvajoya hilbijartinan e, dixwazin bi vê yekê muxalefetê bixin pey xwe û HDP’ê bi tenê bihêlin. (BI WÊNE)

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê-Rêxistina Kobanê Mihemed Hebîb destnîşan kir ku divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de li hemberî êrîşa dewleta Tirk bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Li kampa Tiwêhîna ya dikeve bakurrojavayê bajarê Tebqayê 72 zarokên astengdar hene ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, lê rêxistinên mirovî rewşa wan paşguhe kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî çar salan ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê û ji serdemeke zulm û tarîtiyê û piştî bajarê Reqayê ji destên çeteyan hate rizgarkirin, welatiyên bajêr bi coş li benda yekemîn cejna Remezanê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cotkarên Reqa û gundewarê wê di van demên salê de xizmeta zeviyên pembo dikin û ji bo hilberîneke baştir werbigirin, axşûva van zeviyan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA