‘Li hemberî êrîşên Tirkiyê, Yekîtiya Netewî pêwîste‘

Mihemed Hebîb destnîşan kir ku divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de li hemberî êrîşa dewleta Tirk bibin yek.

‘Li hemberî êrîşên Tirkiyê, Yekîtiya Netewî pêwîste‘
11 hezîran, 2018   04:20

DICLE EHMED-CUMA MIHEMED / KOBANÊ

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê-Rêxistina Kobanê Mihemed Hebîb êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê ji ajansa me ANHA`ê re nirxandin.

Rayedarên dewleta Tirk di van rojên dawiyê de gef li Qendîl a Başûrê Kurdistanê xwarin, Tirkiyê bi êrîşa li ser çiyayê Qendîlê dê xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Artêşa dewleta Tirk a dagirker 27 km ketine xaka Başûrê Kurdistanê. Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan jî anî ziman ku hêzên wan nêzî Qendîlê ne û êrîşa li ser Qendîlê tenê meseleya wext e.

Hebîb bi şîrovekirina êrîşên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê destbi hevdîtine kir û wiha got:˝ Dewleta Tirk ji zûde destkeftiyên gelê Kurd û hebûna wan qebûl nake. Qendîl xaka Başûrê Kurdistanê ye û niha Tirkiyê tehdîd dike ku êrîşî Qendîlê bike.˝

Têkildarî êrîşa Tirkiyê ya li ser Qendîlê Hebîb got ku mafên dewleta Tirk nîne ku sînor derbas bike, ew bi vê yekê dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne.

Hebîb di berdewamiya gotinên de diyar kir ku gelê Kurd li hemberî van êrîşên divê yekîtiya xwe çêbikin û Kurdên ku pişta xwe didin Tirkiyê divê werin ser hişê xwe û ji bo yekîtiya netewî bixebitin.

Her wiha têkildarî girîngiya yekîtiya netewî Hebîb wiha got:˝ Em weke partî dibînin ku eger em weke gelê Kurd lihev bikin û bi doza xwe bawer bin, em ti carî têk naçin û em ê bikarbin li hemberî dewleta Tirk derbikevin, eger yekîtiya gelê Kurd çênebe ew nikare biserbikeve˝.

Hebîb di nava gotinên xwe de hedefa Erdogan ji êrîşa li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê wiha nirxand:˝ Erdogan di pêvajoya hilbijartinan de van tehdîdan dike û ji bo zêde deng bigre êrîşî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike. Divê gelên Tirkiyê bi vê yekê neyê xapandin û xwe ji polîtîkayên ku Tirkiyê li ser gelê Kurd dide meşandin, biparêzin. Erdogan di bin navê şerê li hemberî PKK`ê Efrîn dagirkir û bû sedema kuştin û koçberkirina bi hezaran ji şêniyên Efrînê. Efrîn dagir kirin, mal û mulkên şêniyên Efrînê talan kirin û dest danîn ser her tiştê Efrînê.˝

Hebîb di dawiya gotinên xwe de wiha got:˝ Dewleta Tirk îrade û hebûna gelê Kurd qebûl nake. Li her devere Kurd lê hene Tirkiyê êrîşî wan dike û bi taybet di êrîşa li hemberî Qendîlê dixwazin îradeya gelê Kurd bişkîne. Em dixwazin gelê herêmê ji ereb, kurd û tirk bi hev re bijîn. Gelê Kurd her tim daxwazê aştiyê ye û ji bo xwe li hemberî êrîşan biparêze çek bikartîne. Dijminên Kurdan wan neçar dikin ku çek rakin.˝

(np)

ANHA