Li gundê Girbawî stada fotbolê hat vekirin

Di merasîmekê, bi sponseriya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê û koordîneya Şaredariya Gel a gundê Girbawî yê Qamişlo û Yekîtiya Ciwanan stadek fotbolê hat vekirin.

Li gundê Girbawî stada fotbolê hat vekirin
Li gundê Girbawî stada fotbolê hat vekirin
Li gundê Girbawî stada fotbolê hat vekirin
Li gundê Girbawî stada fotbolê hat vekirin
Li gundê Girbawî stada fotbolê hat vekirin
10 hezîran, 2018   18:27

QAMIŞLO

Endamên Meclîsa Ciwanên gundê Girbawî, endamên saziyên girêdayî navçeya Xerbî(rojavayî) ên bajêr û gundewarên Qamişlo, Meclîsa Malbatên Şehîdan, hêzên Asayîşê û endamên Şaredariya Gel a gund tevlî merasîma vekirinê bûn. Stad bi navê şehîd "Metîn" hat bi navkirin. Merasîm bi deqeyek rêz girtin dest pê kir.

Serokê Komîteya Aborî ya Meclîsa Şaredariya gund Mihemed Xelîl û endamê rêveberiya Meclîsa Rojava ya girêdayî Yekîtiya Werzîşê Fecîlî Cima di merasîmê de axivîn.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku armanca vekirina Stadê, geşkirina hemî çalakiyên ciwana ye. Her wiha axavtivanan spasiya xebatên şaredariyê kirin.

Pişt re Koma " Kulîlkên Girbawî" ya girêdayî Navenda Çand û Huner a gund dîlanên xwe yên folklorî pêşkêş kir.

Roja yekemîn a vekirinê bi maçek di navbera tîma Asayîşa Girbawî û tîma Asayîşa xetê gundan dest pê kir.

(şx)

ANHA