Bi merasîmeke têkoşer Mizgîn hate oxirkirin û El-Hesen hate bîranîn

Bi merasîme girseyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mizgîn Cangîr hate oxirkirin û şervanê YPG‘ê yê Hisên El-Hisên (Mihemed Erûr) yên di Berxwedana Serdemê de Şehîd bû hate bîr anîn.

Bi merasîmeke têkoşer Mizgîn hate oxirkirin û El-Hesen hate bîranîn
Bi merasîmeke têkoşer Mizgîn hate oxirkirin û El-Hesen hate bîranîn
Bi merasîmeke têkoşer Mizgîn hate oxirkirin û El-Hesen hate bîranîn
Bi merasîmeke têkoşer Mizgîn hate oxirkirin û El-Hesen hate bîranîn
Bi merasîmeke têkoşer Mizgîn hate oxirkirin û El-Hesen hate bîranîn
Bi merasîmeke têkoşer Mizgîn hate oxirkirin û El-Hesen hate bîranîn
10 hezîran, 2018   18:37

QAMIŞLO

Bi mersîmeke girseyî û bi tevlîbûna bi hezaran welatiyên herêma Dêrik û Girkê Legê, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparatinê Mizgîn Cangîr ê ku dema erka xwe pêk di anî li herêma Dêrikê şehîd bû, li goristana Şehîd Xebat Dêrik hate oxirkirin. Di merasîmê de, şervanê YPG‘ê Hisên El-Hes (Mihemed Erûr) ê ku di 20‘ê Sibatê de di Berxwedana Serdemê li herêma Cindirêsê şehîd bû, hate bir anîn.

Girseya gel ku alên û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyê, wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn cenazeyê şehîd Mezgîn ji nexweşxaneya şehîd Hogir wergertin û bi kerwanekî erebeyan ber bi goristana şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin.

Girseya gel li goristanê jî ji aliyê sedan welatiyan hatin pêşwazîkirin.

Li vir merasîmeke hate lidarxistin. Merasîm bi turaneke leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Li ser navê Fermandariya YPG‘ê Hawar Dêrik axivî. Dêrik soza da ku ew ê xeta şehîdan berdewam bikin ta tevahî Sûriyê ji çete û dagirkeran rizgar bibe.

Dêrik her wiha got, "Şehîd nasname û rûmeta me ne. Ne ji wan baye em nedighiştin vê astê. Em xeta şehîdan bernadin, madem çete hîna li welatê me hene em ê bê teredudu têkoşîna xwe berdewam bikin, berdêl çi be."

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hevserokê Desteya Enerjiyê Ebdulkerîm Melek axaftin kir û diyar kir ku bi saya keda şehîdan serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Melek got, " YPG, YPJ û QSD‘ê û Hêzên Erka Xweparastinê ji cîhan re îsbatkirin ku ew in ên tekane ku dikarîn li hemberî terorê bisekinin û gelek herêmên Bakurê Sûriyê rizgar bikin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên şehîdn jî soz dan ku ew xeta zarên xwe bidomînin.

Girseya gel cenazeyê şehîd Mizgîn di nava dirûşemeyan spartin axê.

(bb)

ANHA