Cejin nêz dibe û tedbîr tê girtin

Komîteya Hundirîn ya bajarê Minbicê ji bo cejna Remezanê tedbîrên ewlekariyê girt û li Eyn Îsa jî Komîteya Pîşesazî li bazarê tedbîra bihabûna nirxê madeyan digre.

Cejin nêz dibe û tedbîr tê girtin
Cejin nêz dibe û tedbîr tê girtin
Cejin nêz dibe û tedbîr tê girtin
Cejin nêz dibe û tedbîr tê girtin
10 hezîran, 2018   17:23

MINBIC

Li Minbicê bi boneya cejna Remezanê Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk  a bajarê Minbicê û gundewarên wê ji bo ewlekariyê tedbîr girtine.

Tedbîrên ku hatine girtin wiha ne:

1-Ji roja yekşemê 10/6/2018`an saet 20:00 heyanî roja sêşemê 19/6/2018 qedexe ye ku matorsiklêt li bajarê Minbicê were bikaranîn.

2-Ji roja duşembê 11/6/2018 heyanî roja yekşemê 1/7/2018`an qedexe ye ku piştî saet 01:00 heyanî saet 05:00 sibehê welatî bi wesayetên xwe li bajarê Minbicê bigerin.

3-Ji bo parastina ewlekariya welatiyan qedexe ye ku di rojên cejnê de fîşek werin teqandin û bi lîstokên agir were lîstandin.

Eger ev zagonên ji bo parastina welatiyan hatine diyarkirin, werin ihmal kirin dê hesab were pirsîn.

EYN ÎSA

Li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî jî ji bo cejna Remedanê tedbîr hatine girtin. Komîteya Pîşesaziyê ji bo bikarbe li bazarê nirxên madeyan kontrol bike, gurûpên xwe rêdike nava bazarê û eger dikandar û bazirgan nirxên madeyên ku difroşin zêde bike, hesab ji wan tê pirsîn.

(np)

ANHA