Li Akademiya Ş. Ehmed El-Salim a QSD‘ê dewreya 7‘emîn bi dawî bû

Li Akademiya Şehîd Ehmed El-Salim a QSD‘ê 30 roj berê bi tevlîbûna 75 şervanî dewreya perwerdeyê ya heftemîn bi navê Şehîd Abid Mihsin hatibû destpêkirin.

Li Akademiya Ş. Ehmed El-Salim a QSD‘ê dewreya 7‘emîn bi dawî bû
Li Akademiya Ş. Ehmed El-Salim a QSD‘ê dewreya 7‘emîn bi dawî bû
Li Akademiya Ş. Ehmed El-Salim a QSD‘ê dewreya 7‘emîn bi dawî bû
Li Akademiya Ş. Ehmed El-Salim a QSD‘ê dewreya 7‘emîn bi dawî bû
Li Akademiya Ş. Ehmed El-Salim a QSD‘ê dewreya 7‘emîn bi dawî bû
Li Akademiya Ş. Ehmed El-Salim a QSD‘ê dewreya 7‘emîn bi dawî bû
10 hezîran, 2018   17:18

REQA

Di dewreyê de dersên leşkerî û ramyarî hatin dîtin.

Îro bi armanca qedandina dewreyê merasîmeke leşkerî bi amadebûna fermandarên QSD‘ê hate lidarxistin.

Merasîm bi torenek leşkerî ji hêla şervanên ku tevlî perwerdeyê bibûn ve destpê kir. Di merasîmê de endamê fermandariya QSD'ê Ebû Leyla axivî û got: "Perwerdeyên siyasî û leşkerî ji bo şervanan pir girîng e da ku karibin rola xwe ya dîrokî di parastina welat û gel de bilîzin û layîqî xwîna şehîdan bibin. Em ê ji bo parastina welatê xwe di çeperên şer de yek rêz bin û em ê pilan û lîstokên dewletên komploger bi taybet dagirkerê Tirk vala derxînin".

Di dawiya merasîmê de şervanan tevlî perwerdeyê bibûn sonda leşkerî xwarin.

(şx)

ANHA